Li Qudsê êrişa çekdarî: Kuştî û birîndar hene

30-11-2023
RÛDAW
Nîşan Quds Êrişa Çekdarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di êrişeke çekdarî ya li rojavayê Qudsê de Îsraîliyek hat kuştin û 5 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Herwiha hin çavkaniyan ragihand ku di êrişê de jinek jî di nav de 3 Îsraîlî hatin kuştin û 5 ji wan giran 8 kes birîndar bûne.

Êriş piştî biryara dirêjkirina agirbesta di navbera Hemas û Îsraîlê de hat kirin ku ev demek e berdewam dike.

Li gorî daxuyaniya Berdevkê Polîsên Îsraîlê, li dijî Îsraîliyên ku li rawestgeha otobusê ya li ser cadeya Wastemalê ya rojavayê Qudsê disekinîn, êrişeke çekdarî hat kirin.

Polîsê Îsraîlê ragihand ku her du êrişkar hatine kuştin û wan hejmareke zêde ya hêzên ewlehiyê şandine cihê bûyerê.

Servîsa Alîkariya Lezgîn a Îsraîlê ya bi navê Stêrka Dawidî ya Sor jî ragihand ku di êrişê de jineke Îsraîlî hatiye kuştin û 5 kesên bi giranî birîndar bûne.

Li gorî agahiyên ku nehatine piştrastkirin, di êrişê de 3 kesan canê xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn.

Êrişkar ji aliyê serbazên Îsraîlê ve hatin kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst