Netanyahu: Operasyona bejayî ji bo rizgarkirina dîlan firsend e

30-10-2023
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Benjamin Netanyahu Dîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku operasyona bejayî ya li Xezeyê ji bo rizgarkirina dîlên di dest Hemasê de "firsend" e.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di civîna heftane ya kabîneya Îsraîlê de axivî û rewşa li Xezeya nirxand.

Netanyahu got, "Em di şer de ne û me hedefeke zelal diyar kir ku em şiyanên leşkerî û otorîter ên Hemasê ji holê rakin û herwiha em vê bi awayekî sîstematîk dikin."

“Xezeyeke cuda dê hebe”

Netanyahu destnîşan kir, operasyona bejayî ya li Xezeyê dê "ji bo demekê biajo" û got:

"Lêbelê di dawiya wê de ez soza tiştekî didim we: Hemas dê têk biçe, dê ji holê were rakirin û Xezeyeke cuda dê hebe."

Serokwezîr Îsraîlê herwiha diyar kir, ew hewl didin ku dîlên Îsraîlî yên di dest Hemasê de ne bên berdan û wiha got:

"Operasyona bejayî ji bo berdana wan firsendekî diafirîne û em dê vê ji dest nedin."

“Başûrê Xezeyê ewle ye”

Netanyahu ji xeynî vê, banga xwe ya ji bo Filistîniyên li bakurê Xezeyê dubare kir ku herin başûr.

Wî herwiha îdia kir ku li başûrê Xezeyê "herêmên ewle" hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst