Li Xezeyê zêdetirî 120 hezar derbider li nexweşxaneyan dimînin

30-10-2023
RÛDAW
Xelkê Xezeyê nexweşxane kirine stargeh
Xelkê Xezeyê nexweşxane kirine stargeh
Nîşan Xeze Nexweşxane Derbiderbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Xezeyê kesên ji ber şer reviyane li dibistan û nexweşxaneyan dimînin.

Li bajarê Xan Yûnisê yê li başûrê Xezeyê ji xeynî wergirtina nexweş û birîndarên şer nexweşxaneyeke bajêr ji koçber û derbideran re bûye stargeh.

Niha zêdetirî 20 hezar koçber li wê nexweşxaneyê dimînin.

Derbidera Xezayê Sena Ebû Semarayê got:

"Ez bi Xwedê sond dixwim, li tenîşta dîwar radizêm û birîndar di tenîşta me re derbas dibin.

Hinek caran ku radizim textê birîndaran li min dikevin.

Şevê 10 caran ji ber dengê mûşekan û gihîştina birîndarên nû şiyar dibim."

Milyonek û 40 hezar kes derbider bûne

Ji 7ê Çiriya Pêşîn ve zêdetirî milyonek û 400 hezar kes ji Xezeyê derbider bûne.

Ji vê hejmarê zêdetirî 121 hezar kes li nav nexweşxaneyan dimînin.

Ji sedî 45ê xaniyên vê navçeyê wêran bûne û zêdetirî şeş hezar avahî jî zerer dîtine.

Ji tevahiya 35 nexweşxaneyên Xezeyê 12 ji wan xizmetguzariyan pêşkêş nakin, ev jî ji ber bombebaranê yan ji ber nebûna sotemaniyê ku elektrîka wan nîne.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê diyar kir ku ji xeynî zêdebûna hejmara qurbaniyan û guşara koçberan ji ber kêmbûna karmendan dinalînin.

27 karmendên tenduristiyê hatine kuştin

Li gorî wezaretê ji destpêka şer ve 27 karmendên tenduristiyê hatine kuştin.

Rêveberê Beşa Hawarçûnê ya Nexweşxaneya Nesirê ya Xezeyê Mihemed Qendîl wiha anî ziman:

"Her wekî tu li paş min dibînî, hewş jî tijî bûye ji xelk û nexweş û kesûkarên wan.

Eger rewşa birîndaran baş bibe jî em nikarin wan bişînin malê, ji ber malên wan nemane.

Ew her li nexweşxaneyê dimînin û li vir jî hest bi silametiyê dikin."

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê da zanîn ku tevî kuştina zêdeyî 8 hezar kesan li Xezeyê, zêdetirî hezar û 200 kesên din jî wenda ne û guman tê kirin piraniya wan hîn jî di bin kavilên avahiyên herifî de bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst