Li Xezeyê şer û pevçûnên dijwar: ‘Êriş hatin şikandin’

30-10-2023
Nîşan Xeze Îsraîl Şer û Pevçûn Hemas Lîwayên Qesamê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku Îsraîlê operasyonên xwe yên bejahiyê berfireh kirin, li Xezeyê şer û pevçûnên dijwar rû didin.

Grûpên Filistînê ragihand ku wan derbên giran li artêşa Îsraîlê xistine.

Artêşa Îsraîlê roja înê ragihandibû ku ew operasyonên xwe yên bejahiyê berfireh dikin.

Artêşa Îsraîlê bi balafir û çekên giran Xezeyê topbaran û bombebaran dike.

Herwiha artêşa Îsraîlê roja yekşemê jî ragihand ku wan "li 600 hedefên Hemasê xistiye".

Li gorî WAFAya ajansa nûçeyan a Filistînê, gelek deverên Xezeyê hatine topbarankirin û bombebarankirin.

 WAFAyê da zanîn ku, Îsraîlê êrişî 2 avahiyên li bakûrê Xezeyê kiriye û di encamê de 23 kes hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê: Fermandarên Hamasê hatin kuştin

Berdevkê Artêşa Îsraîlî Daniel Hagarî ragihand ku roja yekşemê di bombebarana Xezeyê de “bi dehan milîtanên Filistînî hatine kuştin.”

Hagarî diyar kir ku ev kes "fermandarên taktîkî yên Hemasê ne" û li qadê rêveberiyê dikin.

Liwayên Qesamê: Êrîş hatin şikandin

Li aliyê din, Lîwayên Qudsê û Lîwayên Qesamê yên ên girêdayî Hemasê ragihand ku wan li herêma El Wahayê ya li bakurê rojavayê Beyt Lahiayê bi çekên giran û hawanan “derbên giran li artêşa Îsraîlê dane.”

Li gorî nûçeya El Mayadeenê, Lîwayên Qesamê li bakurrojavayê Xezeyê li du tankên Îsraîlê xistiye û li herêmê pevçûnên dijwar derketine.

Di nûçeyê de hat gotin, "Hewldanên ketina axa Xezeyê yên Sîyonîstan bê ancam man.”

Di heman demê de Lîwayên Qesamê bi hewanan êrişî tesîsa Erezê ya Îsraîlê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst