Di nav koçberên ku hatibûne tazîkirin de 16 Kurd jî hebûn

Hewlêr (Rûdaw) - Di nav wan koçberên ku li ser sînorê Tirkiyê û Yunanistanê hatibûne tazîkirin de 16 Kurd jî hebûne. Yek ji wan koçberan red kir ku Tirkiyê ew tazî kiribin û diyar kir ku ew li Yunanistanê hatine tazîkirin û bo Tirkiyê hatine şandin.

Roja Şemiya 15ê Cotmeha 2022an, polîsên sînorî yên Yunanistanê ragihandin ku wan 92 koçberên tazî ku hemû mêr in, li nêzîkî çemê Evrosê, li xala sînorî ya navbera Yunanistan û Tirkiyê, dîtine.

Piştî derbasbûna du hefteyan zêdetir di ser bûyerê re, Tora Medyayî ya Rûdawê çîroka wan koçberan ji devê malbatekê eşkere dike. Malbatê da zanîn ku di nav wan koçberên ku hatibûne tazîkirin de 16 Kurd hebûn û yên din Ereb, Afgan û Pakistanî bûn.

"Tazîkirin li Yunanistanê bû"

Yek ji wan koçberan Bêgerd Hesen ku bi hevjîn û 3 zarokên xwe re di wê belemê de bûne ku kesên tê de Yunanistanê hatibûne tazîkirin, îro Yekşemê 30ê Cotmeha 2022an ji Rûdawê re got, “Em ji Tirkiyê bi rê ketin, bi qasî du kîlometran ketibûn nav axa Yunanistanê ku polîsên Yunanistanê em desteser kirin û em birine kampê. Di nava kampê de, mêr tazî kirin û ten şort li ser wan hîştin.”

Bêgerd Hesen anî ziman, “Di kampê de 16 Kurd hebûn. Dema ket şev, bi şeş otobusan em şandin ser sînor. Li ser sînor polîsên Yunanistanê bi kêran li çend koçberan xistin. Ewqasî li wan xistin ku nikaribûn bimeşin.”

Bêgerd Hesen li ser bûyera tazîkirina koçberan got, “Di otobusekê de jinan kontrol dikirin û dema ew hat cem min, polîs ji min re got, 'ev demek e ez li benda te me' wî dizanibû ku pereyên min hene. Min çend euro dane wî, got dolar jî û çi dolarên min hebûn min dane wî. Nêzîkî 4000 dolarên min hebûn, hemû ji min standin, guharên zarokan, zêrên min û gerdana min.”

Bêgerd Hesen li ser bûyera tazîkirina koçberan jî anî ziman, “Li ser sînor, piştî kontrolkirina jinan, mêr tazî kirin û tiştek li ser wan nehîştin. Zilaman tazî li ber çavê me direviyan ser sînorê Tirkiyê. Em jî reviyan, li wir lingê min şikest. Polîsên Yunanistanê ji paş ve kevir diavêtine me. Piraniya koçberên mêr wê şevê birîndar bûn.”

Reftara polîsên Tirkiyê ya li dijî koçberan

Bêgerd Hesen got, “Dema em gihîştin sînorê Tirkiyê, polîsên Tirkiyê hatin alîkariya me. Piştî demekê bi wesayîteke leşkerî cil û berg ji mêran re anîn. Birîndar rakirin nexweşxaneyê. Ji ber ku lingê min şikestibû wan ez jî birim nexweşxaneyê û piştre zarok ez birine kampê. Gotin em dê zarokên we bidine we lê ne wisa bû. Piştî neh rojan min bi rêya parêzerekî karibû zarokên xwe vegerînim.”

Bêgerd Hesen li ser egera dibe ku di bin zextê de be got, “Ez ne di bin zextê de me û ji şeva ku ez ji nexweşxaneyê derketim ti polîsên Tirkiyê nehatine serdana me.”

Hevjînê Bêgerd, Daban Osman jî ji Rûdawê re got, “Hemû zilamên ku bi tenê û bêyî malbatên xwe bûn, bo Yunanistanê hatin şandin.”

Daban Osman anî ziman, “Ji ber ku li Yunanistanê hemû pereyên me ji me standin, pereyê me nema. Em deyndarê parêzer û rêberekî ne. Niha em di jêrzemînekê de ne û serê me xwaringeh e, pasaportên me ji me standin û dibêjin heta hûn pereyên me nedin em pasaportên we nadin.”

Serokê Komeleya Penaberên Vegeriyayî Ebûbekir Elî jî beşdarê bultena Rûdawê bû û li ser bûyerê got, “Yunanistan ji ber tazîkirina koçberan hate şermezarkirin. Polîsên Yunanistanê û Tirkiyê koçberan diêşînin û bi hin qaçaxçiyan re jî hevbeş in.”

Ebûbekir Elî anî ziman, “Eger polîsên Yunanistanê zilaman tazî dikin, polîsên Tirkiyê di demên berê de jin tazî kirine.”

Karvedana Tirkiyê û Yunanistanê

Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê Îsmaîl Çatakli roja 16ê Cotmeha 2022an di Twitterê de red kiribû ku hikûmeta wan li pişt wê bûyerê be û Hikûmeta Yunanistanê tohmetbar kiribû.

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) jî di 17ê Cotmeha 2022an de li ser Twitterê ragihand, “Ji ber nûçe û dîmenên 92 kesên ku li ser sînorê Yunanistan-Tirkiye tazî hatine dîtin em gelekî bi fikar in. Em vê kiryara hovane şermezar dikin û daxwaz dikin ku di derbarê bûyerê de lêkolînek berfireh bê kirin.”