Serencama el-Qaîde di çamepeniya Tirk de
Hewlêr (Rûdaw) - Kovara Aksiyonê di hejmara cotmehê de cî da gotareke berfireh li ser têkiliyên di navbera Tirkiye û rêxistina el-Qaîde de. Di gotarê de tê gotin ku li bakurê Sûriyê el-Qaîde di nav hewldana avakirina “dewleteke bi usûla şerîetê” ye. Rêxistin li Tirkiyê jî hewl dide hucreyên xwe yên berê ji nû ve zindî bike.
Di rûxandina komgeha wan ya li bajarê Edenê de, maddeyên bo çêkirina çekên kîmyewî bidest ketin û herwiha planên wan yên derbarê tevdana Tirkiyê de.
El-Qaîde ku dixwaze di ser Sûriyî re deshilatiyekê pêk bîne li Rojhilata Navîn, êdî bûye metirsî ji bo Tirkiyê bi xwe jî.
Piştî Usame Bîn Laden, serokê el-Qaîde yê niha Eymen el-Zewahirî, bi bangekê gazî kir hemû endamên rêxistinê ku ji Tirkiyê, Iraq, Kuwêt, Qetar û Erebistana Siûdî derbasî nav Sûriyê bibin. Piştî vê gaziyê di nav salek û nîvê de hemû ser û binê Sûriyê li nav hev ket.
Di serî de 11 grûpên el-Qaîde ku li dijê rejîma Sûriyê têdikoşîn, di 24ê Îlonê de di bin sîwana el-Nusra û Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê de bûn yek. Jê pê de li dijê eniya opozîsyona Sûriyê jî dest bi şer kirin.
Piştî ku li bakurê Sûriyê 11 parêzgeh xistin bin kontrola xwe, bi mebesta avakirina dewleteke şerîî, bi tifaqekê li dijî Kurd, Sunne û rejîma Sûriyê şer germ kirin. Dema ku bajarê Azazê li ser sînorê Tirkiyê bidest xistin, Tirkiyê jî dergehên sînorî yên Antakya û Entabê girt û bi hawî ket ber hedefê rêxistinê. El-Nusra gef li Tirkiyê xwarin ku heke dergehan veneke dê êrîşî Stenbol û Enqereyê bike.
Serokomar Abdullah Gul û Serokwezîr Receb Tayyip Edogan, bi daxuyaniyên li pey hev destnîşan kirin ku navê îslam û yê terorê nikarin bên ba hev û naletê li el-Qaîde û el-Nusra barandin. Di 15ê Cotmehê de bombeyên hawinan yên ji devera bin kontrola el-Qaîde de li Azazê, ku hatin li nav sînorên Tirkiyê ketin bê bersiv neman. Enqere bi 4 êrîşên bombeyî peyamek da el-Qaîde ku têkilî Tirkiyî nebin. Beramberî vê jî bi biryareke yasayî di bankayan de dest danî ser hesabên kes û komên ku têkiliya wan li gel el-Qaîde heye. Kontrolên li ser sînor zêdetir kir. Di van kontrolan de tesbît bû li dor 200 kes ji Tirkiyê bi xwe çûne tevlî rêxistinê bûne li Sûriyê.
Li bajarekî li ser sînor kesên ku di bin ala Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê de pare kom dikirin bo alîkarî hatin tesbîtkirin. Rayederakî fermî radigihîne ku hin radîkalên Ewropî û Qafqasî jî ji ser Tirkiyê derbasî nav Sûriyê bûne ku li gel el-Qaîde şer bikin. Tirkiyî di rûxandina hucreyên el-Qaîde de gelek caran bê mecal dimîne lewra, ev hucre bi stratijeyeke wiha tevdigerin ku çi li Afganistan û çi li deverên din karin bêyî hay ji hev hebin tevbigerin û hêsan nabe ketina nav rêxistinê û aşkerekirina girêdanên wê.
Ekîbên têkoşîna li dijî terorê, bi operasyonekê, meha Gulanê 12 kesên bi guman girtin li ser el-Qaîdeyê. Ev îdîanameya ji 132 rûpelan pêkhatî li ser bi rêxistina el-Qaîde û el-Nusra cî dide agahiyên balkêş. Tê raporkirin ku el-Qaîde/el-Nusra li Tirkiyê wek rêxistin bandora xwe heye. Xwedî wê potansiyelê ye ku bikaribe livbaziyên xwîndar pêk bîne. Herwiha hucreyên vê rêxistinê yên li Tirkiyê kar dikin ji bo alîkariya darayî, çekdarî , peydakirina madeyên pêkanîna çekên kîmyewî û temînkirina kesên ku ji bo wan herin şer bikin. Di rûxandina hucreya el-Qaîde/el-Nusra ya li bajarê Edenê de 10 ton madeyên çêkirina çekên kîmyewî ji bo gaza Sarînê bi dest ketin. Herwiha ji bo çêkirina topên hawinî, boriyên krom û fitîlên teqînê ku divê ji kîjan şirketan bên kirîn jî tesbît bûn. Di van 10 salên dawî de el-Qaîde li Tirkiyê 6 êrîşên terorî pêk anîn.
Tifaqa el-Qaîde li Sûriyê opozîsyonê qels dike
Tifaqa el-Qaîde li Sûriyê di serî de wek şerekî li dijê rejîmê dest pê kir lê herku diçe vediguheze ser hewladana avakirina dewleteke îslamî li bakurê Sûriyê. Bi vê mebestê gelek caran li hember Artêşa Azad ya Sûriyê jî şer dikin û ev yek bi awayekî ne yekser destê rejîma Sûriyê xurt dike.
Pêşdeçûyîna el-Qaîde li Sûriyê dibe metirsî li cem Koalîsyona Welatên Rojava û heta ku opozîsyoneke maqûl pêk neyê naxwazin rejîma Esad têk here.
Rêveberiya Washington jî vê dema dawî biryar da ku alîkariya li gel hêzên opozîsyonê li Sûriyê rawestîne heta ku komên maqûl xwe ji yên radîkal veqetînin. Amerîka wê metirsiyê dixwe ku nekarî el-Qaîde li Afganistan têk bibe heta ku niha jî li Rojhilata Navîn hewl dide xurt bibe.Xurtbûna el-Qaîde derbê li însiyatîfa Cenêv2 jî dixwe ku hewl dide krîza Sûriyê li ser maseya dîplomasiyê çareser bike. Lewra opozîsyon ji ber faktora el-Qaîde ku bêpar dimîne ji alîkariya welatên Rojava li pêşber Esed jî di danûstandinê de qels dimîne.