Hizbulah: Em dê serokê xwe yê nû di demeke nêzîk de hilbijêrin

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Naîm Qasim got ku li şûna Hesen Nasralah ew dê serokê xwe yê nû di demeke nêzîk de hilbijêrin.

Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Hesen Nasralah jî 27ê Îlonê li Beyrûta paytexta Libnanê hat kuştin.

Naîm Qasim, piştî ku Hesen Nasralah di êrişên li herêma Dahiyeyê de hat kuştin derket ser televîzyonê û axaftinek kir.

Naîm Qasim got ku di êrişên asmanî yên li herêma Dahiyeyê de ji bilî Nasralah hin rêvebirên Hizbulahê jî hatin kuştin û wiha dewam kir:

"Em dê serokê xwe yê nû di demeke nêzîk de hilbijêrin. Em dê vê li gorî makanîzmayên Hizbulahê bikin.

Vebijêrk dê pir hêsan bin, hûn rihet bin."