Alîkarê Nasralah: Hêzên berxwedanê amade ne

2 demjimêr berê
Nîşan Hesen Nasralah Naîm Qasim Hizbulah Îsraîl Libnan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Naîm Qasim got, “Eger Îsraîl biryara êrişa bejahiyê bide hêzên berxwedanê amade ne.”

Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Hesen Nasralah jî 27ê Îlonê li Beyrûta paytexta Libnanê hat kuştin.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Naîm Qasim piştî kuştina Nasralah cara ewil axivî.

“Dê şer gelekî biajo”

Naîm Qasim amaje pê kir ku dê şer berdewam bike û wiha got:

“Em qebûl dikin ku dê şer gelekî biajo lê em ji bo her tiştî amade ne.

Eger Îsraîl biryarê li ser êrişa bejahiyê bide hêzên berxwedanê amade ne, em piştrast in ku dijmin nagihe armanca xwe.”

Naîm Qasim li ser kuştina Nasralah jî got, “Birayekî Hizbulahê û pêşengekî wê çû” û amaje pê kir ku dê Hizbulah ji niha û pê ve jî fermandarî û binyata berê bişopîne.

“Amerîka şirîkê sûcên Îsraîlê ye”

Naîm Qasim Amerîka bi piştgirîdayîna Îsraîlê tawanbar kir û li pey çû:

“Amerîka şirîkê sûcên Îsraîlê ye. Piştgiriyeke bêsînor û piştgiriya aborî dide.

Eger difikire ku dê ev wehşet jê re bimîne bi rastî jî şaş e.

Di êrişa bêtêlan de gelek kes hatin kuştin lê em li ser pêyan in çimkî hêviya me heye.”

“Em amade ne”

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Hizbulahê got ku ew jî bersivê didin êrişên Îsraîlê û berdewam kir:

“Divê em çavdêriya rewşê bikin. Me êrişî Îsraîlê kir. Dijmin jî got ku milyonek Îsraîlî reviyane.

Me ev bi mûşekekê kir, niha em hewla herî kêm didin.

Em qebûl dikin ku dê şer gelekî biajo lê em ji bo hemû egeran amade ne.

Dawiya dawî dê serkeftin bibe ya me.”

Naîm Qasim amaje pê kir ku ew ji bo hilbijartina xelefên Nasralah jî xebatên xwe didomînin.

Divê were gotin ku namzedê herî darîçav Haşim Sefiyedîn e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst