Kuştina Nasralah çawa deng veda, heta niha kê çi gotiye?

Hewlêr (Rûdaw) – Kuştina Hesen Nasralah li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî mijara germ e û gelek partiyan li ser mijarê daxuyanî da.

Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Hesen Nasralah 27ê Îlonê li Beyrûta paytexta Libnanê hat kuştin.

Artêşa Îsraîlê 28ê Îlonê ragihand ku wan Hesen Nasralah kuştiye û Hizbulaha Libnanê jî heman rojê kuştina wî piştrast kir.

DEM Partî

Hevserokên DEM Partiyê kuştina Hesen Nasralah bi daxuyaniyekê şermezar kir û got:

“Em kuştina Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Hesen Nasralah şermezar dikin.

Êrişên Îsraîlê yên li Libnanê û operasyonên wê yên vê dawiyê ku fermandarên Hizbulahê dikin armanc dê tenê krîza li herêmê kûrtir bikin.”

HUDA PAR

HUDA PARê bertekeke tund nîşanî kuştina Nasralah da û got:

“Divê Misilmanên ku li hemberî komkujî û qetliamên rejîma Siyonîst nakevin nava tevgerê êdî fêhm bikin bê ma rûbirûyî rêxistineke terorê ya çawa ne.

Rejîma Siyonîst bi êrişa li Libnanê re careke din nîşan daye ku ew ne tenê Filistînê, hemû welatên Îslamê û tewr cîhanê tehdîd dike.”

TÎP

Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) di daxuyaniya xwe de got ku Îsraîl jin, zarok û sivîlan dikuje û berdewam kir:

“Îsraîla dagirker û Siyonîst dixwaze polîtikayên qirkirin û şer ên li Xezeyê derbasî Libnanê jî bike û berxwedana li hemberî xwe bi awayekî dijwar biçewisîne.

Xeyn ji kuştina bi hezaran jin, zarok û sivîlan kuştina Nasralah jî berhema dawî ya wê stratejiyê ye ku dixwaze berxwedanê bişikînê.”

Partiya Çep

Partiya Çep bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî destnîşan kir ku Îsraîl dixwaze şer berfireh bike û li pey çû:

“Plana mezin a Amerîkayê ya Rojhilata Navîn bi terora Îsraîlê re didome.

Îsraîl piştî Xezeyê li Libnanê jî bombeyan bi ser xelkê de dibarîne, her cure êrişên bixwîn û xayîntiyê dike û şer li herêmê belav dike.

Kuştina Hesen Nasralah jî bû gava dawiyê.”

EMEP

Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan ragihand ku “hinek alî” bi Îsraîlê re bi dizî bazirganiyê dikin lê êrişên wê şermezar dikin û got:

“Xwînmijiya Îsraîlê bi bertekên nejidil nayê rawestandin.

Îsraîl êrişên xwe yên li Xezeyê yên di asta komkujiyê de derbasî Libnanê jî dike û bi îmkanên piştgirên xwe yên emperyalîst her tiştî dike da ku vî şerê herêmî gur bike.

Terora qirkirinê ya Siyonîzma Îsraîlê tenê dikare bi têkoşîna gelan were rawestandin.

Hemû hêzên ku bi eşkereyî yan bi dizî piştgiriyê didin Îsraîlê li pêşberî dîrokê tawanbar in.”

TKP

Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP) bertek nîşanî piştgirên Îsraîlê da û got:

“Îsraîl dê hesabê wan tiştan bide ku li Filistîn, Libnan û Sûriyeyê kirine.

Kuştina Nasralah û gelek berxwedêran ne nîşandeya wê ye ku Îsraîl têk naçe, berovajî nîşandeya nemerdiya wê ne.”

CHP, MHP û AK Partiyê tiştek negotiye

Divê were gotin ku CHP, MHP û AK Partiyê heta niha li ser kuştina Nasralah ti daxuyaniyên fermî nedane.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan 28ê Îlonê bi rêya hesabê xwe yê Xê Îsraîl şermezar kir lê qet behsa kuştina Nasralah nekir.