Li Bedlîsê êrîş li leşkerên Tirkiyeyê hat kirin

 

 

Hewlêr (Rudaw)- Cendermeyên li Fermandariya Cendermeya Bedlîsê hatin gulebarankirin.

Serpiriştiya Giştî ya Leşkeriya Tirkiyeyê di malpera xwe ya fermî de  bi navê “bûyerên girîng yên xwemalî” hin agahî parve kir.

Li gorî van agahiyan cendermeyên giredayê Fermandariya Cendermeya Bedlîsê li ser rêya Bêdlîsê û Hîzanê li mayîna digeran û wesayîtên borîn jî seh dikirin.

Di heman demê de biçekan cenderme hatin gulebaran kirin.

Hat zanîn di encama buyerê de tu mirî û birindar çênebû.