Îsraîlê berpirsekî din ê Hemasê kuşt

30-08-2024
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Hemas Filistîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê li bajarê Cenînê yê Kerta Rojavayê berpirsekî Hemasê yê pilebilind kuşt.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee ragihand ku wan berpirsê Hemasê yê bi navê Wîsam Hazim li bajarê Cenînê kiriye armanc.

Berdevk diyar kir, ew pê hisiyane ku Wîsam Hazim û hejmarek çekdarên din şaneyeke dizî li bajêr ava kiriye.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee da zanîn:

“Hazim berpirsê çend êrişên terorîstî yên li Cenîn û derdora wê bû.

Her wiha balafirên me yên şer 2 çekdarên din ên ku bi Hazim re bûn û xwestin bi otomobîlekê birevin jî kuştin.”

Artêşa Îsraîlê ragihand ku Hazim û çekdarên wî welatiyên Cihû yên li Cenîn û herêmên din kirine armanc û çalakiyên terorîstî kirine.

Berdevkê artêşa Îsraîlî da zanîn ku di wesayîta Wîsam Hazim û 2 çekdarên din de çekên M16, gule, bombe û cebilxaneyên din û hinek pere jî hebûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst