Talîban bi merc rê bi xwendina keçan dide

30-08-2021
RÛDAW
Nîşan Talîban Wezareta Perwerdehiyê Efxanistan Ebdulbaqî Heqanî Mucahîd Amerîka Xwendin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tevgera Talîbanê rê bi keçan dide ku li zanîngehan bixwînin, lê bi mercê ku li gel xwendekarên kur têkel nebin.

Birîkarê Wezareta Perwerdehiyê ya Talîbanê Ebdulbaqî Heqanî ragihand, “Xelkê Efxanistanê li ber roniya şerîeta Îslamê, bêyî tirs dikarin berdewam bin li ser proseya xwendinê li zanîngeh û peymangehan. Mafê her kesê heye biçe zanîngehan, lê nabe kur û keç têkel bin.”

Ebdulbaqî Heqanî got jî, Talîban bi niyaz e “nexşerêyeke guncaw amade bike ku li aliyekî li gel behayên îslamî, netewî û dîroka me hev bigire û li aliyê din em bikarin bi wê yekê rikaberiya welatên din bikin.”

Heqanî derbarê wan kesên ku ser bi Tevgera Talîbanê ve bûn û di serdema hikûmeta berê ya Efxanistanê de ji xwendinê hatibûn qûtkirin jî got, “Ew mucahîdên ku di serdema dagirkeriya Amerîkayê de ji xwendinê hatibûn bêparkirin, dê derfetên taybet bo wan bên amadekirin ku bixwînin.”

Talîban ku niha rêveberiya Efxanistanê ketiye destê wê û tevgereke îslamî ya ji mezheba Sunne ye, di serdema desthilata xwe ya ji 1996 ta 2001an de, xwendina keçan li zanîngehan qedexe kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst