Li Beyrûtê li keleha Hizbulahê teqîneke mezin çêbû

Hewlêr (Rûdaw) – Li Beyrûta paytextê Libnanê li herêma Dahiyeyê teqîneke mezin çêbû. 

Li gor agahiyan, êriş li çend  avahiyên li ser kolanên qerebalix ên Dahiyeyê hat kirin.

Di encama êrişê de teqîneke mezin çêbû û dûman bilind bû.

Li herêma bûyerê di nav xelkê de tirseke mezin çêbû.

Li aliyê din ajansa Reutersê  ragihand, di encama êrişeke asmanî de li Taxa Başûr a Beyrûtê, serkirdeyekî pilebilind ê Hizbullahê hatiye armanckirin.

Di vê navberê de li gor nûçeya NNAya ajansa nûçeyan a Libnanê, Îsraîlê Taxa Huhreykê ya ku Meclisa Şewrê ya Hîzbullahê lê ye, kiriye hedef.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku kesek hat kuştin û gelek kes jî birîndar bûn û derbarê nasnameya kesê mir de agahî nehat dayîn. 

Êrişa navborî bi dromam hat kirin û li Beyrûtê li avahiya bi navê er-Rabîh xistin û 2 qatê wê xirab bû. 

Ji hêla din ve, artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe de piştrast kir ku wê êrişa li Beyrûtê kiriye. 

Di daxuyaniya artêşê de hat diyarkirin ku fermandarekî Hîzbullahê yê tê îdiakirin ku ji êrîşa Mecdel Şemsê ya li 12 kes lê hat kuştin û ji kuştina gelek Îsraîliyan berpirsyar e hedef hat girtin.