Nêçîrvan Barzanî û Hakan Fîdan civiyan

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Tehranê civiyan.

Îro li paytexta Îranê li bajarê Tehranê serokkomarê nû yê wî welatî Mesûd Pizîşkiyan di merasîmeke taybet de sond xwar.

Ji welatên derdorê û welatên cîhanê gelek serkirde û rayedarên pilebilind jî beşdarî merasîmê bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî bi fermî ji bo merasîma sondxwarina Pizîşkiyan hatibû vexwendin.

Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya wê serdanê de li gel Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan civiya.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê her du aliyan daxwaza xwe ji bo berfirehkirina hevkariyên hevbeş nîşan da.

Herwiha her du aliyan xwest ku pêwendiyên Tirkiyeyê yên li gel Îraq û Herêma Kurdistanê di hemû waran de berdewam bike.

Li gorî daxuyaniyê di heman demê de pêşhateyên dawiyê yên li herêmê û çend mijarên din ên hevbeş hatin gotûbêjkirin.