ÛRDÛN – Li dijî hizrê tundrew helwestên tund

30-06-2016
RÛDAW
Ûrdûn
Ûrdûn
Nîşan Ûrdûn Selefî DAIŞ
A+ A-

Ûrdûn (Rûdaw) – Ûrdûn li dijî alîgirên DAIŞ’ê û kesên xwedan hizrên tund helwesta xwe tundtir dike û her kesê ku guman li ser hebe wê bi madeya terorê bê dadgehkirin.

 

Hêzên ewlekariya şahnişîna Ûrdûnê helwesta xwe li hember kesên xwedanê hizrên tundrew tund dike û wan binçav dike. Bi teybet piştî ku hefteya derbasbûyî çekdarên DAIŞ’ê êrîşê ser xalekê sînor ê vî welatî kir û 7 leşker kuştin Ûrdûn ji êrîşên çaverênekirî yên DAIŞ’ê û hevşêweyên wî ditirse.

 

Ev du sal in Ûrdûn endam û alîgirên DAIŞ’ê digre û di dema dadgehkirina wan de tedbîrên ewlekariyê jî tundtir dibin.

 

Şarezayên siyasî derbarê rewşa vî welatî de dibêjin ku kêmkirina toleransê li hember azadiya raman, danemezrandin û sînordarkirina tawanan, pirsgirêkên sereke ne li vî welatî ku reh û bingehê ji tundûtijiyê re amade dikin.  

 

Kesên weke serkirdeyê rêxistina El Qaîde Ebû Mihemed Meqdîsî û berpirsê El Qaîde yê Iraqê Ebû Mûsab Zerqawî bi rêgez Ûrdûnî ne ku beriya 10 salan ji aliyê Amerîkayê ve hatine kuştin.  

 

Li gor amarên ne fermî, 10 hezar heta 20 hezar selefî li Ûrdûnê hene û piraniya wan hevsozê DAIŞ’ê ne. Herwiha nêzîkê 2 hezar Ûrdûnî jî di nava vê rêxistinê de ne.

 

Derbarê mijarê de parêzer Mûsa Ebdûlah dibêje:

 

“Hewlên jinavbirina hikûmeta Sûriyê, ji bo xelkê Sûriyê xwe bi xwe rêve bibe pêdana destpêşxeriyê bo xelkên wê, ranegirtina kuştina jin û zarokên Sûneyên li Iraqê û Flîstînê. Herwiha helwesta Amerîka û rola Îranê ya li van welatan, dibin sedema aloziyê û wiha jî ev pirsgirêk berdewam dibin.”

 

Nasir Îdrîs ji ber piştgiriya DAIŞ’ê tê tometbarkirin û birayê wî jî ji aliyê hikûmetê ve weke alîgirê vê rêxistinê tê tometbarkirin dibêje ku birayê wî alîkarî nedaye DAIŞ’ê, berovajî alîkarî daye hêjar û mexdûran.

 

Îdrîs wiha dibêje:

 

“Birayê min ji wan Selefiyên vê derê nebû. Tawanbar nebû. Ewên li ser diaxiviyan li kê derê ne? Li Ûrdûnê çend kes palpiştiya DAIŞ’ê dike? Bila 400 an jî 500 kes bin. Bila wan bigrin zîndanî bikin. Lê ew kesên ku dibêjin terorîst e, ne terorîst in.”

 

Li gor nêrîna hindek ji Ûrdûniyan, piştgûhxistina beşekê civakê, cudahiya di navbera çîn û civatan, dibe sedeme handana hizrê tundrewiyê. Belge jî ev e ku li navçeyên li dûrê destê Ûrdûnê, li ser dîwaran dirûşmên piştgiriya DAIŞ’ê tên nivîsandin.

 

Mamostayê zanîngehê Mihemed Rûman jî dibêje:

 

“Dadgehkirina alîgir an jî endamekê DAIŞ’ê ji hev hatiye guhertin. Ew kesên alîgirê DAIŞ’ê jî bin weke endamekê rêxistina terorîstî tên dadgeh kirin. Hikûmetê ji ber metirsiya terorê, stratejiya xwe ya di vî mijarî de guhertiye.

 

Li gor rapirsiya dawî ya navendekê lêkolînê yê Amerîkî, li Ûrdûnê ji sedî 89’ê xwelkê DAIŞ’ê weke rêxistinek terorîst dibînin. Ji sedî 4’ê Ûrdûniyan terorîst nabînin û ji sedî 7 jî ne piştrast in.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst