Bijîşkê Kurd li ser ‘Hemasiyên li nexweşxaneyan’ axivî, berpirsê Hemasê bersiv dayê

30-05-2024
Basim Neîm (li milê çepê) û Dr. Bextiyar Baram (li milê rastê) bûn mêhvanên Senger Ebdulrehman / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Basim Neîm (li milê çepê) û Dr. Bextiyar Baram (li milê rastê) bûn mêhvanên Senger Ebdulrehman / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Hemas Nexweşxane Dr. Bextiyar Baram Basim Neîm Endamê Ofîsa Siyasî ya Hemasê Basim Neîm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bijîşkê Kurd Dr. Bextiyar Baram got, “Hemasê rayedarên xwe yên pilebilind li nexweşxaneyan vedişartin. Ez bûm şahidê vê yekê.”

Endamê Ofîsa Siyasî ya Hemasê Basim Neîm bersiv da van gotinên Dr. Bextiyar Baram û got, “Ti delîlên vê yekê nînin.”

Dr. Bextiyar Baram di navbera 22 Nîsanê û 28ê Gulanê bi komeke Norwecî re bi awayekî xwebexş çûbû Xezeyê û li nexweşxaneyên li bakurê Xezeyê birîndar derman kiribûn.

Dr. Bextiyar Baram beşdarî bernameya Tora Medyayî ya Rûdawê bû û ji Ebdulrehman behsa wê serpêhatiya xwe kir.

“Min bi çavên xwe dît”

Dr. Bextiyar Baram diyar kir ku Hemasê rayedarên xwe yên pilebilind li nexweşxaneya vedişartin û wî ev tişt bi çavên xwe dîtiye û got:

“Ez bûm şahidê vê, ez bixwe bi wan re axivîm. Yek ji wan Minîr Elbereş bû ku yek ji damezrînerên Hemasê yê.

“Muhtacî qurtek av in”

Bijîşkê Kurd bal kişand ser rewşa xerab a li Xezeyê û anî zimên:

“Di rewşeke gelekî zehmet de dijîn. Pereyên piraniya wan nînin û tewr muhtacî qurtek av in.”

Dr. Bextiyar Baram diyar kir ku li Xezeyê komên mafyayê çêbûne, ev kom dest datînin ser kel û pelên alîkariyê û li bazara reş difiroşin û Hemas jî sûdê ji wan grûpan werdigire.

“Ji Hemasê hez nakin”

Li hêla din, Dr. Bextiyar Baram destnîşan kir ku xelk zêde ji Hemasê hez nake û pê de çû:

“Xelkê Xezeyê zêde ji Hemasê hez nake, ji sedî 10ê şêniyên Xezeyê piştgiriyê didin Hemasê lê Hemas bi hêz e û xelk neçar ku xwestekên wê bi cih bîne.

Bijîşkê Kurd diyar kir ku ew bi razîbûna Îsraîlê çûne Xezeyê û got:

“Dema ez li wê derê bûm bombebaran hebû, derdora nexweşxaneyan jî dihat bombebarankirin.”

 “Hîletê wan ji Kurdan diçe”

Dr. Bextiyar Baram got ku xelkê Xezeyê û serokên Hemasê ji Kurdan aciz in û ev yek wiha îfade kir:

“Hîletê xelkê Xezeyê û serokên Hemasê ji Kurdan diçe.”

 Berpirsê Hemasê bersiva dayê

Piştî bijîşkê Kurd, Endamê Ofîsa Siyasî ya Hemasê Basim Neîm jî beşdarî bernameya Tora Medyayî ya Rûdawê bû û pirsên Senger Ebdulrehman bersivandin.

“Belge nînin”

Endamê Ofîsa Siyasî ya Hemasê Basim Neîm li ser gotinên Dr. Bextiyar Baram ên ku Hemasî li nexweşxaneyan tên veşartin got:

“Xuya ye agahiyên meydanî yên wî bijîşkê Kurd ên li ser Xezeyê ne baş in.

Qet belge nînin ku çekdarên Hemasê nexweşxane bi kar anîbin.”

Basim Neîm destnîşan kir ku Kurd bi piştgiriya xwe ya ku didin gelê Filistînê tên naskirin û bi sedan malbatên Kurd li deverên cuda yên Filistînê dijîn û pê de çû:

“Ev bi sedsalan e ku Kurd wekî piştgirê gelê Filistînê tên naskirin.

Ji dema hewlên Selahadînê Eyûbî yên ji bo rizgarkian Filistînê û heta bi îro wiha berdewam dike.”

Dr. Bextiyar Baram gotibû ku hîletê xelkê Xezeyê û serokên Hemasê ji Kurdan diçe.

“Gelek başiya Kurdan gihiştiye Filistînê”

Endamê Ofîsa Siyasî ya Hemasê Basim Neîm wiha bersiv da van gotinên bijîşkê Kurd:

“Em li xwe mikûr tên ku gelek başiya Kurdan gihiştiye Filistînê û gelê wê û rola Kurdan a di parastina Filistînê de roleke resen e.”

“Ji çaran yekê şêniyên Xelîlê Kurd bûn”

Basim Neîm li ser Kurdên ku Filistînê dijîn da zanîn:

“Bi sedan malbatên Filistînî li Xeze, Nablis, Xelîl û Qudsê dijîn ku bi eslê xwe Kurd in.

Li gorî belgeyên dîrokî ji çaran yekê şêniyên Xelîlê Kurd bûn û goristaneke zanayên Kurd heye li Filistînê.”

Basim Neîm li ser mafên Kurdan ên rewa jî got, “Kurd jî gelekî vê herêmê ne û mafê wan heye ku wekî gelên din aram bijîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst