Kurdekî ji Rojhilatê Kurdistanê li Tirkiyeyê hat beserûşûnkirin!

30-05-2024
Nîşan Elî Reza Celîliyan Tirkiye Zîndan Windakirin Îran Îdam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kurdekî ji Rojhilatê Kurdistanê sê sal in li zîndaneke Tirkiyeyê girtiye lê beriya niha bi sê rojan ji zîndanê hatiye derxistin û ti xeber jê nîne.

Elî Reza Celîliyanê 41 salî piştî ku bi kuştina polîsekî hatibû tohmetbarkirin ji Îranê reviyabû Tirkiyeyê û ev sê sal in ku li Girtîgeha Kirikkaleyê girtî bû.

Berpirsê Tevgera Azadîxwazên Kurdistanê Serdar Weledbegî ji Rûdawê re da zanîn ku Elî Reza endamê wan e û sala 2019an bi tohmeta kuştina fermandarekî polîsan fermana îdamkirina wî derketiye.

Serdar Weledbegî diyar kir ku dema Elî Reza hewl daye derbasî Tirkiyeyê bibe hêzên Îranê ew bi du guleyan birîndar kiriye lê wî dîsa jî xwe gihandiye Tirkiyeyê.

Serdar Weledbegî da zanîn ku Elî Reza sê roj berê ji zîndanê hatiye derxistin û ji hingê ve xeber jê nîne.

Li gorî agahiyên ku Serdar Weledbegî dane, eger heye wî radestî Îranê bikin û heke ev yek bibe jî de were daleqandin.

Elî Reza ji bajarê Kodeştê yê Rojhilatê Kurdistanê ye û zarokeke wî heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst