Îsraîl dê 'hebûna Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê' gotûbêj bike

30-03-2025
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Sûriye Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dê bi rayedarên ewlehiyê yên Îsraîlê re bicive û "hebûna Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê" gotûbêj bike.

Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand ku Netanyahu dê derbarê "hebûna Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê" de civîneke ewlehiyê pêk bîne.

Civîna ku tê gotin dişibe ya hefteya borî, dê rêveberên saziyên parastinê beşdar bibin.

“Bandora Tirkiyeyê zêde bûye”

Hefteya borî "bandora zêde ya Tirkiyeyê" hat gotûbêjkirin

Netanyahu hefteya borî bi rayedaran re civîneke ewlehiyê ya Sûriyê li dar xistibû û di civînê de "bandora zêde ya Tirkiyeyê" hatibû gotûbêjkirin.

Di nûçeyên medyaya Îsraîlê de hatibû diyarkirin ku Netanyahu "nêzîkbûna di navbera rêveberiya nû ya Sûriyeyê û Tirkiyeyê de bi dilgiranî dişopîne".

Hat îdiakirin ku rêveberiya Sûriyeyê li hemberî wergirtina alîkariya aborî, leşkerî û siyasî, bi Enqereyê re danûstandinan dike da ku baregeheke leşkerî ya li navçeya Tedmur (Palmîra) ya parêzgeha Himsê radestî artêşa Tirkiyeê bike.

“Îsraîl ji hebûna Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê dilgiran bûye”

Hat ragihandin ku îhtimala "hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê" ya li rojhilatê Himsê, Îsraîlê bi awayekî cidî dilgiran dike.

Piştî ku 27ê Çiriya Paşîn a 2024an pevçûnên li Sûriyeyê tund bûn û hevdem bi rûxîna desthilata Beasê ya 61 salî êrişên artêşa Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê zêde bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst