7 endamên Hizbulahê hatin kuştin

30-03-2024
RÛDAW
Nîşan Hizbulaha Libnanê Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hizbulahê ragihand ku li başûrê Libnanê di şerê wan û artêşa Îsraîlê de 7 endamên wan hatine kuştin.

Hizbulaha Libnanê derbarê şerê bi artêşa Îsraîlî re daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê di şer de 7 endamên Hizbulahê ji aliyê Îsraîlê ve hatine kuştin.

Di daxuyaniyeke din de Hizbulahê ragihand ku endamekî wan ê bi navê Elî Mihemed Bakayê 30 salî yê ji bajarê Saydayê jî hatiye kuştin.

Ji 8ê Çiriya Pêşîna 2023yan ve di şerê navbera artêşa Îsraîl û Hizbulahê de heta niha 262 endamên Hizbulahê hatine kuştin.

Herwiha di şer de 53 sivîlên Libnanî, 14 endamên Tevgera Emelê, 13 endamên Hemasê, 12 endamên Cîhada Îslamê hatine kuştin.

Li aliyê din 7 sivîl û 11 leşkerên Îsraîlê jî hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst