Şandeke ENKSê bi berpirsên dosya Sûriyê yên Tirkiyê re civiyan

30-03-2023
RÛDAW
Şanda ENKSê, ji Cîgirê Serokê Îtîlafê Ebdilhekîm Beşar û herdu endamên desteya Siyasî ya Îtîlafê Şelal Gedo û Zuhêr Mihemed pêk hatibû.
Şanda ENKSê, ji Cîgirê Serokê Îtîlafê Ebdilhekîm Beşar û herdu endamên desteya Siyasî ya Îtîlafê Şelal Gedo û Zuhêr Mihemed pêk hatibû.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di Îtîlafa opozisyona Sûriyê de bi berpirsê dosya Sûriyê re li Wezareta Derve ya Tirkiyê civiyan, binpêkirinên grûpên çekdar li Efrînê gotûbêj kirin.

Şanda ENKSê, ji Cîgirê Serokê Îtîlafê Ebdilhekîm Beşar û herdu endamên desteya Siyasî ya Îtîlafê Şelal Gedo û Zuhêr Mihemed pêk hatibû.

Di civînê de behsa komkujiya Cindirêsê û binpêkirinên grûpên çekdar li Efrînê di 5 salên borî de hatiye kirin.

Endamê wê Şandê Şelal Gedo ji Rûdawê re got, “Me ji berpirsên Tirkiyê got hin grûpên çekdar karên terorî dikin.”

Şelal Gedog herwiha da zanîn ku wan ji berpirsên Tirkiyê xwestiye kesên ku tawana Cindirêsê kirine ji aliyê Tirkiyê ve bên cezakirin, ji ber ku baweriya wan bi dadgehên li Efrînê tune ye.

Gedo got jî, berpisên Tirkiyê ji wan re gotiye ewê kar bikin ku tawanbarên komkujiya Cindirêsê ceza bikin.

Di 2 rojên borî de jî heman şand bi berpirsên dosya Sûriyê re li konsulxaneyên Amerîka û Fransa de li Stenbolê civiya bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst