Hemasê dîleke din radestî Îsraîlê kir

30-01-2025
RÛDAW
Nîşan Hemas Îsraîl Pevguherîna Dîlan Agam Berger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hemasê di tûra sêyem a pevguhertina dîlan de yek ji 3 dîlên Îsraîlî yên li Xezeyê radestî Xaça Sor kir.

Tûra sêyem a pevguhertina dîlan a di navbera Îsraîl û Hemasê de dest pê kir.

Di tura sêyem a pevguhertina dîlan a di navbera Hemas û Îsraîlê de Agam Bergeraya ji dîlên leşkerên jin ên Îsraîlî yên li Xezeyê, li Cibaliyeyê radestî ekîba Xaça Sor a Navneteweyî hat kirin.

Baskê Çekdarî yê Hemasê Lîwayên Qesamê û ekîbên Xaça Sor a Navneteweyî belgeyên derbarê radestkirina dîla ewil îmze kirin.

Hemasê dîla Îsraîlî Agam Berger bi unîformaya wê ya leşkerî radestî tîma Xaça Sor kir.

Agam Berger berî radestkirinê derket ser platformê, silav da şêniyên Xezeyê û paşê li otomobîla Xaça Sor siwar bû û ji herêmê veqetiya.

Artêşa Îsraîlê ew yek pesend kir ku wan dîla Îsraîlî wergirtiye û ew ber bi welêt ve bi rê ketine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst