Dêre Zor: Bi dronan êrîşî karwana leşkerî ya Îranê kirin

30-01-2023
RÛDAW
Nîşan Dêre Zor Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elbukemal a girêdayî Dêre Zorê ya rojhilatê Sûriyê dronên nenas, li dijî karwaneke leşkerî ya grûpeke ser bi Îranê ve, êrîşek pêk anîn.

Li rojhilatê Dêra Zorê ya girêdayî bajarokê Elbukemal duh Yekşemê 29ê Çileya 2023an, dronên ku ne diyar e yên kîjan aliyê ne, êrîşî karwaneke lojîstîk a grûpeke ser bi Îranê ve kirin.

Di karwana ku ji Iraqê derbasî Sûriyê bû û li gundê Herrî yê bajarokê Elbûkemalê bû armanc, herî kêm 4 barhilgirên girtî û barkirî, bûn armanca êrîşan.

Heta niha li ser kuştî û birîndarên êrîşê agahî nehatin belavkirin.

Berî niha artêşa Îsraîlê ragihandibû ku di Mijdara 2022an de karwaneke çekan a Îranê li ser sînorê Sûriye û Iraqê kiriye armanc.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst