Koçberên Kurd ên ku li Lubnanê desteserkirî ne, têne vegerandin

29-12-2022
RÛDAW
Nîşan Lubnan Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê ragihand, li ser pirsgirêka desteserkirina çend koçberên Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Lubnanê daxwaz ji Balyozxaneya Iraqê ya Lubnanê kir zelalkirinekê bidin û rayedarekî wezaretê jî got ku 33 koçber ku piraniya wan Kurd in ji aliyê hêzên ewlekariya Lubnanê ve hatine girtin û dibe ku piştî sersalê bên berdan û werine vegerandin.

Li gorî agahiyên Rûdawê, hejmarek koçber ku beşek ji wan Kurd in, li Lubnanê hatin desteserkirin di dema ku dixwestin xwe bigihînin Ewropayê de.

Berdevkê Wezareta Derve Ehmed Sehaf 28ê Berfanbara 2022an ji Rûdawê re ragihand, “Me ji balyozxaneya Iraqê ya li Lubnanê agahiyek li ser wê mijarê de xwestiye û li benda bersivê ne.”

Li gorî agahiyên Rûdawê, Balyozxaneya Iraqê li Lubnanê derbarê girtina wan koçberan de lêkolîn kiriye.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Iraqê Omer Berzincî jî ji Rûdawê re ragihand, 33 koçberên ku piraniya wan Kurd in, ji aliyê dezgeha îstixbarata Lubnanê ve hatine girtin û niha li Rêveberiya Asayişa Niştimanî ya Lubnanê ne.

Çar ji wan koçberan welatiyên Herêma Kurdistanê ne û xelkê navçeya Çemçemal a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst