Artêşa Îsraîlê: Em ji bo rûbirûbûna Îranê amade ne

Hewlêr (Rûdaw) - Serokerkanê Artêşa Îsraîlê ragihand, ew ji bo rûbirûbûna Îranê di nav axa Sûriyê de û her egereke din ji aliyê Îranê ve amade ne.

Serokerkanê Artêşa Îsraêlê, Avîv Kochavi serdana navçeyên ser sînirê Sûriyê kir û ragihand, ew hatiye wê navçeyê ji bo çavdêriya rewşa girêdayî hewlên Îranê yên ji bo cihgirbûn di Sûriyê de.

Kochavi da xuyakirin, Îsraîl amade ye ji bo rûbirûbûna Îranê, daku nekaribe di nav Sûriyê de bicih bibe.

Kochavi got: “Peyama me gelek zelal e; Em ji bo rûbirûbûna bicihbûna Îranê li nav Sûriyê û rûbirûbûna her cure hewlên êrîşkirina ser me, amadekariyên xwe berdewam dikin.”

Rojnameyeke Îsraîlî belav kiriye, ku serdana Serokerkanê Artêşa Îsraîlê û daxuyaniya wî ya nîşandana amadehiyê ji bo rûbirûbûna Îranê, hevdem e li gel gefên tolhildana kuştina zanayê etomî yê Îranê, Muhsin Fexrîzade, ku roja 27ê Mijdarê di êrîşekê de li nêzîkî Tehranê hat kuştin.

Îranê bi fermî Îsraîl bi kuştina wî zanayê xwe yê etomî tometbar kiriye, lê Îsrîalê bi fermî ev yek piştrast nekiriye.

Di wan salên dawiyê de, Îsraîlê hinceta hebûna hêzên Îranê li Sûriyê, gelek êrîşên mûşekî û esmanî di nav axa Sûriyê de û bi taybet li derdora Şam a paytexta wî welatî pêk anîne.