Mubarek û kurên wî hatin bêrî kirin

29-11-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Dadgeha Tawanan a Qahîreyê îro hukmê xwe derheqê Serokê berê yê Misrê Husnî Mubarek û herdu kurdên wî Ela û Cemal derxist.

Dadwerê dadgehê ragihand: “Ji ber ku em dixwazin Misran û li ser Exlaq û nirxên sincî avabibe û ji ber ku temenê Husnî Mubarek gellekî mezin bûye, ez biryara dawî nadim û ez wê biryarê ji dadwerê mezin re, ji Xweda re dihêlim.”

Dadgeha Tawanan a Qahîreyê biryara bê sûc û tawana Mûbarek û herdu kurên wî û Wezîrê Navxwe yê berê Hebîb el-Adilî di kuştina xwepêşanderên Misrê de, da.

Ji dema ku dadgehê di Gulana sala borî de biryar dabû ku dadgehkirina Mubarek car din bê vegerandin û heya niha zêdetirî 53 rûniştin di doza ku bi navê sedsalê tê naskirin, hatine pêk anîn.

Mubarek û herdu kurên wî ligel 7 berpirsên din, bi kuştina xwepêşanderên şoreşa Misrê û gendeliyê dihatin tohmetbarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst