XEZE - 4 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê diyar kir ku li Xezeyê 4 leşkerên wan hatine kuştin û leşkerek jî bi giranî birîndar bûye.

Artêşa Îsraîlê li ser Şerê Xezeyê û encamên dawî daxuyaniyek belav kir.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand ku 4 leşkerên Îsraîlê li Xezeyê di şerê li dijî Hemasê de hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê navên leşkerên ku hatine kuştin jî ragihand.

Li gorî daxuyaniyê Hohanathan Kerin, Aviv Gilba, Nissim Miterl û Noar Haimov li Xezeyê hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê destnîşan kir ku ji destpêka şer ve 376 leşkerên wan li Xezeyê hatine kuştin.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê jî da zanîn ku ji 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan ve li Xezeyê 43 hezar û 61 kes ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatine kuştin.