Tirkiyeyê di hefteyekê de 3 hezar 300 Sûriyeyî dersînor kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyeyê di nava hefteyekê de nêzîkî 3 hezar û 300 koçberên Sûriyeyî dersînorî welatê wan kirine.

Li gorî ofîsên Deriyê Bab el-Hewayê yê li bakurê Îdlibê û Deriyê Girê Spiyê yê li bakurê Reqayê, Tirkiye di maweyê hefteyekê de nêzîkî 3 hezar û 300 koçberên Sûriyeyî dersînor kirine.

Li gorî heman çavkaniyê, Tirkiyeyê tenê doh 550 koçberên Sûriyeyî dersînor kirine.

Li aliyê din, Tirkiyeyê ji serê salê ve nezîkî 36 hezar koçberên Sûriyeyî dersînor kirine.