Netanyahu: Li Xezeyê qonaxa duyem dest pê kir

29-10-2023
RÛDAW
Nîşan Benjamin Netanyahu Îsraîl Xeze Hemas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Netanyahu diyar kir ku kabîneya şer û kabîneya ewlehiyê bi yekdengî biryara berfirehkirina êrişên bejahî dane û derbasî qonaxa duyemîn a şer bûne.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, Wezîrê Parastinê Yoav Gallant û Wezîrê Parastinê yê berê Benny Gantz ên ku tevlî kabîneya şer bûn, li paytext Tel Avîvê derketin pêşberî çapemeniyê.

Kabîneya şer a Îsraîlê piştî êrişên Hemasê yên 7ê Çiriya Pêşînê hat avakirin.

Netanyahu di daxuyaniya çapemeniyê de got, “7ê Çiriya Pêşîn di dîroka me de rojeke reş e.

Kêmasiyeke xerab hebû, dê heta dawiyê lêkolîn bê kirin. Ez jî di nav de dê her kes hesab bidê lê ev hemê piştî şer pêk bên.

“Eger piştgiriya Îranê nebe dê tiştekî bi navê Hemasê tınebûya”

Netanyahu diyar kir ku Îran li pişt Hemasê ye û  wiha anî ziman, “

Îran piştgiriya Hemasê dike lê ez nikarim bibêjim ku ew di plansazkirina hûrgiliyên vê êrişê de cih girtine.

Lê eger piştgiriya Îranê nebe dê tiştekî bi navê Hemasê tınebûya”

Netanyahu vebijêrka azadkirina hemû girtiyên Filistînî yên di girtîgehên Îsraîlê de li hember azadkirina hemû dîlên Îsraîlî jî nirxand û wiha pê de çû:

“Me ev vebijêrk bi pisporan re nîqaş kir. Lê niha nîqaşkirina hin tiştan dê alîkariya vê rewşê neke.”

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu da zanîn ku ji bo vegerandina dîlên Îsraîlî hem êrişên bejahî hem jî lêkolîn di çarçoveyeke cîhanî de berdewam dikin.

Herwiha Netanyahu diyar kir ku ew nikarin hin agahiyên nehênî derbarê karê xwe de bi raya giştî re parve bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst