McGurk: Ji Kobanê me dest bi şerê DAIŞê kir

Navenda Nûçeyan - Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de ragihand, ku şerê wan ê li dijî DAIŞê ji herêma Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê ve dest pê kir.

 

Di konferansa navdewletî ya taybet bi rewşa Rojhilata Navîn de ku li paytexta Behrêynê bajarê Menameyê birêveçû, Brett McGurk da xuyakirin, ku beşdariya Amerîka di şer û têkoşîna li dijî DAIŞê de ji bajarê Kobanê dest pê kir.

 

McGurk diyar kir, niha jî ew weke Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletî bi alîkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk êrîşî ser pêgehên herî dawiyê yên DAIŞê dikin.

 

Brett McGurk eşkere jî kir, ku ew têkiliyê bi serokê Sûriyê Beşar Esed re nakin û got, wî bi xwe zêdetir 20 caran serdana Sûriyê kiriye.

 

Sala 2014ê DAIŞê êrişeke berfireh bire ser herêma Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê û di encanê de tevî berevaniya tund a şervanên YPGê, çekdarên DAIŞê piraniya bajarê Kobanê û gundên derdora wê xistibûne bin kontrola xwe.

 

Piştre bi navbeynkariya Herêma Kurdistanê, Amerîkayê bi rêya balafiran çek gihande şervanên YPGê yên ku li Kobanê mabûn û li ser berevaniya di ber bajêr de berdewam bûn. Gihandina wan çekan yekemîn pêwendiya leşkerî di navbera Amerîka û YPGê de bû, ku piştre bi derbasbûna demê re pêwnediyên herdu aliyan gelek xurt bûn.