Li Beyrûtê 2 Kurdên ji Kobaniyê hatin kuştin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Yazî Mislim û hevjînê wê Ebdullah Sadiq / Wêne: Rûdaw
Yazî Mislim û hevjînê wê Ebdullah Sadiq / Wêne: Rûdaw
Nîşan Beyrût Libnan Îsraîl Kurd Kobanî Ebdullah Sadiq Yazî Mislim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Beyrûta paytexta Libnanê 2 Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê di bombebaranên Îsraîlê de hatin kuştin.

Artêşa Îsraîlê di van demên dawî de êrişên xwe yên li Libnanê zêde kirine.

Êrişên Îsraîlê tenê bandor li xelkê Libnanê nake, di heman demê de bandor li penaberên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî dike.

Di bombebarana doh a li Beyrûtê de 2 Kurdên ji Kobaniyê yên bi navê Ebdullah Sadiq û hevjîna wî Yazî Mislim hatin kuştin.

Ebdullah Sadiq û Yazî Mislim ji gundê Hilincê yê Kobaniyê bûn û 6 sal bûn li Libnanê diman.

Piştî şerê navxwe yê Sûriyeyê û dagirkirina Efrîn û Serê Kaniyê ji aliyê Tirkiye û çekdarên girêdayî wê ve bi hezaran Kurd koçberî Libnanê bûn.

Li aliyê din, Sekreterê Hizbulahê Hesen Nasralah 27ê Îlonê li Beyrûta paytexta Libnanê hat kuştin.

Artêşa Îsraîlê 28ê Îlonê ragihand ku wan Hesen Nasralah kuştiye û Hizbulaha Libnanê jî heman rojê kuştina wî piştrast kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst