HDP li ser êrişa Îranê: Dijminatiya gelê Kurd dikin

29-09-2022
RÛDAW
Nîşan HDP Ebru Gunay Tirkiye Kurdistan Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, êrişên Îranê yên li dijî binke û baregehên hizbên Rojhilatê Kurdistanê yên li nav axa Herêma Kurdistanê şermezar kir û got: “Îran çi dike bila bike, dê nekare bi êrişên xwe rê li ber gelekî bi daxwaza azadiyê rabûye ser pêyan bigire.” Gunay herwiha got: “Ev êriş, yek ji nîşaneyên herî zelal ên dijminatiya rejîma Îranê ya li dijî kurdan e.”

Berdevka HDPê Ebru Gunay têkildarî mijarên di rojevê de li navenda giştî ya partiya xwe civîna rojnamevanî saz kir ku Peyamêrê Rûdawê Omer Sonmez jî li wê derê amade bû.

Ebru Gunay bal kişand ser êrişên Îranê bi mûşek û dronan ên li dijî binke û baregehên partiyên Rojhilatê  Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê ku tê de sivîl jî bibûn qurbanî û got:  “Rejîma Îranê ji aliyekê ve hewl dide daxwazên demokratîk ên gelê kurd ji nav bibe û li aliyê din jî êrişî qadên sivîl ên Herêma Kurdistanê dike. Di encama êrişan de bi dehan kes hatin kuştin û birîndarkirin. Ev êriş, yek ji nîşaneyên herî zelal ên dijminatiya rejîma Îranê ya li dijî Kurdan e.”

Gunay amaje bi wê yekê kir armanca Îranê ji wan êrişên duh ew bû ku aramî û aştiya li herêmê têk bide û got: “Weke HDPê em van êrişên Îranê şermezar dikin û bang dikin ku dawî li van êrişên xwe bîne. Banga me li Hikûmeta Iraqê, Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê, Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ereban û saziyên din ên herêmî û navneteweyî ew e ku li hemberî van êrişan bi berpisyariya xwe rabin. Em ji bo malbatên qurbaniyan sersaxiyê û ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê dixwazin.” 

“Ev hovitî nayê qebûlkirin”

Berdevka HDPê herwiha bal kişand li xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê yên piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaqê yên wî welatî ve û got: “Li Rojhilatê Kurdistanê û li seranserê Îranê gel di nav raperînê de ye. Hêrs û bertêkên li hemberî rejîma Îranê didomin. Piştî qetilkirina Jîna Mahsa Eminî, gelê Kurd û gelên Îranî rabûn ser pêyan. Êdî ev pêkûtî, êriş, destdirêjkirin, ev bişaftin, ev hovîtî ji aliyê gelên Îranê ve nayê qebûlkirin. Tu zilm mayînde nîne. Ne gelê Rojhilat ne gelên Îranî ne jî tu kesekî rûmetdar li hemberî zilmê bêdeng namîne.”

“Berxwedana li hemberî zilmê dê biser bikeve”

Di berdewamiya axaftina xwe de Gunay got: “Raperîna li Îranê didome berxwedana gel mezin dibe û ev serhildan niha li çar aliyê cihanê hêvî dide bindestan. Lewma rik û bertegên pergala zilimkar jî tund in. Heya niha di êrişên rejîma Îranê ya li hemberî berxwedana gel de bi dehan kes, jin, ciwan, zarok hatin qetilkirin. Em cardin dibêjin berxwedana gelen Îranê rewa ye, maf e. Em Jîna Mahsa Eminî û kesên ku heya niha di êrişên rejîma Îranê de hatine kuştin bi hûrmet bibîr tînin. Gelê Kurd ê Rojhilat, gelê Îranê, jinên têkoşer dê bi ser bikevin. Sedsala 21ê ji niha de bûye sedsala jinan û bi pêşengiya jinan azadî dê were Rojhilata Navîn.”

“Di lîstika Amedsporê de êrişî nirxên Kurdan kirin”

Gunaya got jî “Zihniyeta zilimkar, ev neyartiya li hemberî gelê Kurd sînor nas nake. Li Îranê jî li Tirkiyê jî, li Iraq û Suriyê zilimkar yek in, û şirîkê hev in. Lê li hemberî zilimê berxwedêr jî yek in û bi hev re ne. Neyartiya li hemberî gelê Kurd a li Tirkiyê her roj bi aweyek cûda xwe dide der. Binêrin herî dawî di maça Amedspor û Bursasporê de ji ber ku ala Herêma Kurdistanê hate vekirin nijadperestan cardin êrişê gelê Kurd û nirxên gel kirin. Pişt re kesên ku ev al vekirine hatin desteserkirin. Binêrin rêveberiya Tirkiyê ji bo berjewendiyê xwe ji bo ku di navbera Kurdan nakokiyê kûr bike, ji bo Kurdan bikin neyarên hev, Kurdan ji hev cûda dikin.  Ji bo serdestan Kurdê herî baş Kurdê mirî ye: Divê tu kurdek nebe parçeyek vê polîtikayê

Li gor wan hin Kurd baş in hinek nebaş in. Li gor wan hin Kurd şirîk in ên din neyar in. Lê di vê bûyera dawî de jî derket holê ku ne wisa ye. Ev dewleta ku rêyaderên Herêma Kurdistanê bi aweyek fermî pêşwazî dike niha vê alê krîminalîze dike. Lê gelê Kurd li hemberî vê neyartiyê dê azad bijî. Em bi vê wesileyê bang li derdorên Kurd ên ku dibin parçeyek polîtikaya Tirkiyê dikin ku vê rastiyê bibîn in. Li hemberî vê neyartiyê helwest bidin nîşan. Bila Kurd li her derê bibin yek ji bo tifaqa bibin tifaqa neteweyî mezin bikin.”

Li ser pirsa Peyamnêrê Rûdawê Omer Sonmez a “Pervin Buldan diyar kir ku dê di demek nêz de Tifaqa Kurdistanî ava bikin. Çend roj berê we Tifaqa Ked û Azadiyê ava kir. Gelo dê Tifaqa Kurdistanî di nav Tifaqa Ked û Azadiyê de cih bigre an dê ev tifaq bes li Bakûrê Kurdistanê sînordar bimîne? Gelo HDPê dê vê yekê çawa formilîze bike?” Gunay wiha bersiv da: “Ev formîlasyon dê bi Tifaqa Kurdî re bê niqaşkirin. Di dema hilbijartinê de him li Tirkiyê tifaqa me hebû û him jî li Kurdistanê tifaqa Kurdistanî hebû. Em bi wan re rêhevaltî dikin, têkoşîna me berdewan dike. Ji bo demên pêş ev niqaş dê bidome. Ev yek dê bi niqaşê bê diyarkirin. Teqwîmeke diyarkirî tune ye ev yek jî dê bi niqaşê bê diyarkirin û dê encam jî bi çapemenî û raya giştî re bê parvekirin.” 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst