Vîzeya welatiyên Îraqê: Biryar di Rojnameya Fermî de hat weşandin

29-08-2024
Nîşan Tirkiye Îraq Vîze Biryar Rojnameya Fermî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Biryara rakirina vîzeyê ya welatiyên Îraqê di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Li gorî biryarê, welatiyên Îraqê û Herêma Kurdistanê Kurdistanê yên ji 15 salî biçûktir û ji 50 salî mezintir dê dikaribin êdî bê vîze herin Tirkiyeyê.

Li gorî biryarê dê çûna bê vîze 1ê Îlonê dest pê bike.

Tirkiye û Îraqê 15ê Tebaxa 2024an civîna Enqereyê de li hev kiribû ku ji bo welatiyên Îraqê yên ji 15 salî biçûktir û ji 50 salî mezintir vîze bê rakirin.

Ev biryar ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ve hat îmzekirin û îro di Rojnameya Fermî ya Tirkiyeyê de hat weşandin.

Di nava 6 mehan de 90 roj

Li gorî biryarê, Îraqiyên ji 15 salî biçûktir û ji 50 salî mezintir dema ji bo geştyariyê biçin Tirkiyeyê pêwîst nake vîzeyê wergirin û di nav 6 mehan de dikarin 90 rojî bê vîze li Tirkiyeyê bimînin.

Her wiha welatiyên Îraqê dema ji bo derbasbûna welatekî din jî Tirkiyeyê wekî welatekî transît bi kar bînin jî pêwîst nake vîzeyê bistînin.

Biryara ku dê ji 1ê Îlonê pê were bicihanîn di çarçoveya Xala 18emîn a Yasaya Biyaniyan û Parastina Navneteweyî de hatiye standin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst