Bersiva Opozisyona Sûriyê ya li ser îdiaya 'jê hatiye xwestin ji Tirkiyê derbikeve'

29-08-2022
Hisên Omer
Nîşan Opozisyona Sûriyê Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevpeymaniya Opozisyona Sûriyê red kir ku berpirsên Tirkiyê jê xwestibin ji wî welatî derbikeve.

Endamê Desteya Siyasî ya Hevpeymaniya Opozisyona Sûriyê Ebdula Gedo di daxuyaniyeke taybet de  ji Rûdawê re got, ew nûçeyên ku dibêjin berpirsên Tirkiyê ji serkirdeyên Îtîlafê xwestine ji Tirkiyê derbikeve, bê esl û esas in.

Ebdula Gedo got jî, berûvajî vê, di civîna Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglo li gel serokê Îtîladê Salim Mislit, serokê Desteya Danûstandinkar Bedir Camûs, û serokê hikûmeta demkî, Ebdulrehman Mistefa de, Wezîr Tirk iyêtekezî li ser piştevaniya Tirkiyê ji bo doza gelê Sûriyê kiriye û pabendbûna welatê xwe bi cîbicîkirina birya 2254 a Encûmena Asayişa Navdewletî nîşan daye.

Ajansa Tasnim a Îranê ku ajanseke nîvfermî ya nûçeyan e li Îranê û ser bi Supaya Pasdaran ve ye, di raporteke xwe ya taybet de îdia kiriye ku Enqerê daxwaz ji Îtilafa Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê kiriye ku ji Tirkiyê derkevin û ji xwe re cihekî din bibînin û di vî warî de talîmat dane.

Di rapora wê medyaya Îranî de li gor hin çavkaniyan tê gotin, ji bo asayîkirina peywendiyên navbera Enqere û Şamê berpirsekî payebilind ê Tirkiyê heftiya bihorî bi Serokê Îtilafa Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê Salim El-Muslet re civiyaye û ji xwestiye ku aliyên ser bi opozisyona Sûriyê ve ji Tirkiyê derkevin.

Di raportê de tê gotin, di hevdîtinê de berpirsê Tirkiyê gotiye, “Enqere bi biryar e ku têkiliyên xwe bi Şamê re ji nû ve saz bike û divê opozisyona Sûriyê vê rastiyê qebûl bike”.

Li gorî vê raporê, “Enqerê ji Opozisyona Sûriyê xwestiye ku hemû çalakiyên xwe yên siyasî û medyayî li Tirkiyê bi dawî bînin, ji xwe re cihekî din bibînin û biçin welatekî din.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst