Vegera koçberên Sûriyeyî berdewam e

29-07-2019
RÛDAW
8 hezar koçberên Sûriyeyî  vegeriyane welatê xwe
8 hezar koçberên Sûriyeyî vegeriyane welatê xwe
Nîşan Sûriye Koçber Veger Cejn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmara koçberên Sûriyeyî yên ji bo Cejna Qurbanê ji bajarên cuda yên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê vedigerin welatê xwe gehişte 8 hezar kesan.

 

Vegera koçberên Sûriyeyî di Deriyê Sînor ê Oncupinara Kilîsê re berdewam e. Vegera koçberên Sûriyeyî yên dixwazin Cejna Qurbanê li welatê xwe derbas bikin ji 22ê mehê ve destpê kiriye û heta niha hejmara yên çûne Sûriyê gehiştiye 8 hezar kesan.


Penaberên Sûriyeyî piştî ku bi awayekî elektronî navê xwe dinivîsin, Fermangeha Koç û Koçberan bi rêya karteke taybet mohleta demkî ya vegerê dide penaberên Sûriyeyî daku bikaribin biçin Sûriyê.


Piştî bidawîbûna karûbarên yasayî, bi armanca derbaskirina rojên cejnê li welatê xwe, penaberên Sûriyeyî tên Deriyê Sînor ê Oncupinar ser bi bajarê Kilîsê yê Bakurê Kurdistanê û derbasî aliyê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê navçeyên Cerablus, Marii,Soran, Aktarîn, Çobanbeylî, Efrîn û El Babê dibin.


Li gor wê karta werdigirin heta hefteyek piştî Cejna Qurbanê dikarin li Sûriyê bimînin, lê eger dem derbas bibe, nikarin vegerin Tirkiyê. Di Cejna Remezanê de 68 hezar penaberên Sûriyeyî di herdu deriyên Kilîs û Hatayê re vegeriyabûn Sûriyê. Piştî dema wan xilas dibe careke din vedigerin Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst