Îsraîlê keçika Filistînî Temîmî azad kir

29-07-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Felistîn Ahed et-Temîmî Îsraîl
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Rêvebiriya Îsraîlê keça Filistînî Ahed et-Temîmî (17) ya ku sîleyek leşkerekî Îsraîlî dabû ew û diya wê berdan.

 

Ahed et-Temîmî û diya wê Nerîman serê sibê li têketina bajaroka Nebî Salihê ya Ramallaha bajarê Şerîeya Rojava hatin berdan.


Di 21ê adarê da 8 meh cezayê hebsê dabûn Temîmî.


Çi bibû?


Leşkerên Îsraîlê di 19ê Berfanbara 2017an da avêtibûn ser mala malbata Ehed et-Temîmiyê ew binçav kiribûn. Nerîman a dayika Temîmiyê jî li yekîneya binçavkirinê ya li rojhilatê Ramallahê bû  ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hatibû girtin.


Dema ku leşkerên Îsraîlê avêtine ser mala wan a li bajaroka Nebî Salihê, Ahedê sîleyek li leşlerê Îsraîlê dabû û ev vîdeoya wê hat weşandin û ji ber vê jî bi "êrîşa" dijî leşkerên Îsraîlê dihat sûcdarkirin.


Aheda ku wekî "keçika wêrek a filistînî" tê zanîn di sala 2012an de dema ku kekê wê hat binçavkirin ji ber helwesta ku dijî leşkerên Îsraîlê nîşan da li Stenbolê bi "Xelata Wêrekiyê ya Hanzalayê" hatibû xelatkirin. Ahedê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re di dema serokwezîrtiya wî de hevdîtin kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst