Yunanê penaberên Kurd, Iraqî û Sûrî tazî vegerand Tirkiyê

29-06-2021
RÛDAW
Nîşan Yunan Penaber Tazî Vegerandin Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Federasyona Penaberan a Iraqî ragihand ku hêzên ewlekariya Yewnanê bi awayekî "hovane" li 42 penaberên Kurd, Iraqî û Sûrî îşkence kirine û 12 ji wan tazî kirine, piştre ew vegerandine Tirkiyê.

Federasyona Penaberan a Iraqî daxuyaniyek belav kir tê de diyar dike ku polîsên Yunanê li dijî yasayên navdewletê bi awayekî nemirovanê li dijî penaberan muamele kirine.

Nûnerê Herema Kurdistanê yê Federasyona Penaberan a Iraqî Amanc Ebdulla ji Rûdawê re axivî û got “Polîsê Yunanê îşkenceya psîkolojîkî û laşî li penaberan kiriye, pere û belgeyên wan ji wan stendine. Di kampa binçavkirinê de îşkenceyeke giran li wan hatiye kirin.”

Amanc Ebdulla da zanîn ev demeke dirêje ku penaber li Yunanê ne û duh wan vegerandine Tirkiyê.

Penaberên ku ji Federasyona Penaberan a Iraqî re axivîn wiha dibêjin “piştî ku me desteserkirin, îşkence li me kirin. belgeyên me ji me stendin. 12 hevalên me tazî kirin û bi zorê wan deportî bajarê Edîrneyê ya Tirkiyê kirin. piştre rayedarên bajarê Edîrneyê pêwîstiyên me yên cil û xwarinê peyda kirin radestî Saziya Birêvebirina Koçê kirin.”

Federasyona Penaberan a Iraqî helwesta polîsên Yewnanê ya li hemberî penaberan wekî "nemirovane" binav kir, bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navneteweyî kir ku li dijî wê bibin xwedî helwest.

Berpirsê Federasyona Penaberan a Iraqî yê Tirkiyê Hîwa Xidir ragihand ku 135 hezar û 771 welatiyên Îraqî  ku piraniya wan ji Herêma Kurdistanê ne, di şeş mehên dawî de li Tirkiyê serlêdana mafê rûniştinê kirine. Xidir diyar kir ku ji serlêderan 5 hezar û 771 kes ji bo mebestên perwerdehiyê li Tirkiyê ne û yên mayî jî bi armanca ku biçin Ewropayê li Tirkiyê ne.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê de, hat diyarkirin ku zilma Yunanê ya li dijî koçberan berdewam dike.

Di daxuyaniyê de, hate diyarkirin ku bi tevahî 42 komên bêserûber ên koçberan, 12 ji wan tazî bûn, ku dixwestin bi qaçaxî ji Yewnanîstanê derbasî Tirkiyê bibin li ser sînorê Edirne hatin girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst