Li Kampa Zehterî ya koçberan Remezan bi dijwarî derbas dibe

29-05-2019
RÛDAW
Penaberên Sûrî yên li Urdinê li bendê ne ku vegerin welatê xwe
Penaberên Sûrî yên li Urdinê li bendê ne ku vegerin welatê xwe
Nîşan Penaber Sûrî Urdin Kampa Zehterî Remezan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kampa Zehterî li Urdinê yek ji mezintirîn kampên koçberên Sûriyê ye û bi dehên hezaran koçberên sûrî li kampê dimînin. Tevî zehmetiyên kampê, xizmetên kêm, germaya zêde, lê dîsa jî koçber rojiya xwe di meha Remezanê digrin.

Yek ji kampên herî mezin ên penaberên Sûrî, Kampa Zeeterî ya li Urdinê ye. Di vê kampa demkî de nêzîkî 78 hezar penaberên Sûrî di nav xaniyên demkî û çadiran de dijîn. Pileya germayê 39 pile ye û Remezaneke dijwar dûrî mal û merivên xwe li Sûriyê derbas dikin.

Penabera Sûrî Danya Herîrî  wiha behsa Remezan berê dike: “Gelekî xweş bû, ji ber wê demê em ligel malbata xwe bi hevre bûn û li mala bapîrê xwe kom dibûn. Lê li vê derê em tenê ligel xizmên bavê min dijîn. Mirovên dayîka min, wek xaltîkên min hemû li Sûriyê ne. Li vê derê malbata me bûye du beş, ji hev dûr in, hinek hevalên min li vê derê ne û hinek jî li wê derê mane."

Di nav kampê de, hevawayê xaniyan mizgeft jî bi awayekî demkî hatine çêkirin û di meha Remezanê de bûne cihê kombûna penaberan. Malbat ji bo hest bi wê yekê bikin ku li Sûriyê ne, êvaran zêdetir xwarina Sûrî amade dikin û ligel heval û nasên xwe li hev dicivin.

Penabera Sûrî Um Îbrahîm  jî dibêje: “Keş û hewa li gor Sûriyê gelekî cuda ye. Li wê derê di meha Remezanê de hestekî me yê gelekî taybet hebû, lê Remezana vê derê dijwar e. Li vê derê em hest pê dikin ku biyanî ne, ji be rem gelekî dûrî malên xwe ne. Ev yek jî gelekî bandore li me dike, li wê derê li Sûriyê keş û hewayeke gelekî xweş bû, ligel hev kom dibûn û me xwarina xweş amade dikir. Spas ji Xwedê re ez  hez dikim li vê derê jî xwarina Sûrî amade bikim, daku hest bikim ligel zarokên xwe li Sûriyê ne."

Beşek ji penaberên vê kampê, 8 sal e li derveyî welatê xwe pêşwaziyê li meha Remezanê dikin, rewşa wan nebaş e û li benda wê yekê ne Remezana bê li nav kes û karên xwe li Sûriyê derbas bikin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst