Hewlêr (Rûdaw) – Îro balafirên hevpeymaniya erebî ya li dijî çekdarên Hûsî êrişek berfireh kirin ser binke û çeperên Hûsiyan û di enacm de 40 çekdarên wê komê hatin kuştin.
Cîgirê Parêgarê Edenê Nayif Bekir ragihand: "Balafirên şer ên hevepyamanan bi serokatiya Erebistana Siûdiyê çend otomobîl û çend xalên kontrolê yên çekdaêrn Hûsî li bakur û rojhilatê bajarê Edenê bombebran kirin."
Hat ragihandin, balafirên hevpeymanan herwiha di êrişên xwe yên îro de, êrişî çend cihên serbazî yên Hûsiyan û cihê Serokê berê yê Yemenê Elî Ebdullah Salih li navçeyek nêzîk Senha ya paytextê wî welatî jî kirine.
Duhî êvare jî balafirên şer ên hevpeymanan çend baregehên serbazî û mala Serkirdeyê Hûsiyan Mihemed Heyder li başûrê Senhayê bombebaran kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse