DAIŞê peyameke vîdeoyî ya Ebûbekir Bexdadî belav kir

29-04-2019
RÛDAW
Nîşan Ebûbekir Bexdadî DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistina DAIŞê piştî sala 2014an, yekem car peyameke vîdeoyî ya Ebûbekir Bexdadî belav dike, ku vîdeo 18 xulek e.

 

Ebûbekir Bexdadî di peyama xwe de bey'eta çekdarên Malî, Burkînafaso û Efxanistanê qebûl dike.

 

Bexdadî dibêje ku êrişên Srî Lankayê ji bo şerê Baxozê tolhildan bû û dibêje ku "şerê îro yê dewleta îslamî şerê man û nemanê ye".

 

Ebûbekir Bexdadî herwiha dibêje ku çekdarên wî ne li Lîbyayê, ne li Mûsilê, ne li Reqa û Baxozê xwe nedane dest û heta dema dawî ya "şehîdbûnê" şer kirine.


Bexdadî amaje bi wê yekê dike ku "şerê Îslamê li dijî xaçparêzan şerekî dirêj e, şerê Baxozê bi dawî bûye û çendîn kesên nêzîkî xwe di wî şerî de ji dest dane".

 

Ebûbekir Bexdadî dibêje ku "me biryar da ku 92 êriş li 8 welatên cîhanê encam bidin" û daxwaz dike ku êriş bikin ser "xaçparêzan bi tayberî yên Fransî".

 

Di dîmenan de xuya dike ku laşê Bexdadî xurt bûye û riha wî sor û spî ye, çekeke AK-47 li cem xwe daniye û ji çend kesan re diaxive ku rûyên wan hatine nixumandin.

 

Li ser vîdeoyê logoya dezgeha Furqanê heye ku dezgeha ragihandin û belavkirinê ya rêxistina DAIŞê ye.

 



Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê vê vîdeoyê de ragihand ku li ser rastbûna wê peyama vîdeoyî lêkolînê dikin ku îro rêxistina DAIŞê belav kiriye û têde Ebûbekir Bexdadî diaxive û peyama xwe dişîne çekdar û welatên rojava.

 

Wezareta Derve ya Amerîkayê herwiha diyar dike ku şerê dijî DAIŞê bi dawî nebûye û di vê çarçoveyê de Hevpeymaniya Navdewletî berdewam dibe di guşarxistina ser DAIŞê de daku ji têkçûna wê dilniya bibin û dibêje ku divê serkirdeyên DAIŞê hemû bigihîjin cezayê xwe.

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst