Papa Vatîkan ligel Şêxê Ezher civiya

Navenda Nûçeyan – Papa Farçîsê Vatîkanê roja Înê 28-04-2017 di çarçoveya serdana xwe ya Misirê de li Qahîreyê ligel Şêxê Ezherê Şêx Ehmed hevdîtinek pêk anî.

 

Di hevdîtina Papa û Şêxê Ezher de gelek kesayetên olî yên krîstiyan û misliman amade bûn.

 

Di civînê de Papayê Vatîkanê û Şêxê Ezher tekezî liser aştî û bihevre jiyana gelên cîhanê kirin.

 

Civîna Papa û Şêxê Ezher di demekê de ye, ku Papa ji bo du rojan serdana Misirê kiriye û biryare îro Şemiyê ligel civaka krîstiyan a li Misirê bicive û nimêja bi kom bike.