Şerê nû yê Rojhilata Navîn: Îsraîl û Hizbulah

29-03-2024
Nîşan Îsraîl Hizbulah Rojhilata Navîn Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hizbulah êrişî Îsraîlê dike û Îsraîl jî li Libnan û Sûriyeyê bi dijwarî êrişî Hizbulahê dike.

Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka şerê Xezeyê ve li herêmên sînorî yên li başûrê Libnanê û bakurê Îsraîlê, 338 kes ji Libnanê hatine kuştin ku 240 ji wan milîsên Hîzbulahê bûne. 

Herî dawî di bombebarana Îsraîlê ya li bajarokê Hebariyeyê yê li ser sînorê Îsraîlê 7 karmendên tenduristiyê hatibûn kuştin.

Li hêla din, di nava 2 rojan de ji her du aliyan herî kêm 15 sivîl hatine kuştin.

“Kurê min parçeyek bû ji min”

Şerîf Etawiyê ku xizmekî qurbaniyên Libnanî ye ragihand:

"Kurê min parçeyek bû ji min. Ez yên din jî wekî zorêkên xwe dibînim lê em ranawestin û tola xwe hildidin û tola xwîna wan hiltînin."

“Ev herêm, herêmeke bisilamet bû”

Welatiyê Libnanî yê bi navê Elî Nuredîn jî got:

"Ev herêm, herêmeke bisilamet bû. Ew xelkê ku ji cihên din koçber bûbûn berê xwe dida vê derê.

Ev yekem êriş e ku li vî bajarokî hatiye kirin.

Mixabin tîmeke tenduristiyê hatiye armanckirin."

Dîsa li gor amarên Neteweyên Yekbûyî, li bakurê Îsraîlê zêdeyî 20 kesî hatine kuştin ku 10 ji wan leşkerên Îsraîlê bûn.

Li aliyê din, zêdeyî 100 hezar Libnanî ji herêmên sînorî koçber bûne û herî kêm 80 hezar kes jî ji Îsraîlê derbider bûne.

Li herêmên bakurê Îsraîlê jî çîrok heman çîrok e û Hizbulaha Libnanê bi berdewamî bi mûşek û roketan herêmê dike hedef.

“Berdewamiya êrişan nayê wateya rawestîna jiyanê”

Welatiyê Îsraîlî yê bi navê Yahunda Albîlya jî ragihand:

"Me ti rêyeke din a çareseriyê nîne û divê em li vê derê bin.

Berdewamiya êrişan nayê wateya rawestîna jiyanê û em karê xwe didomînin lê em hêvîdar in ku rewş aram bibe û xelkê herêmê vegere.”

Şer û pevçûnên li başûrê Libnanê jî bi şerê Xezeyê re dest pê kir.

Civaka navneteweyî û bi taybetî jî Fransa hewl dide da ku rewş aram bibe lê heta niha ew hewldan bê encam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst