KERKÛK - Hêzên Hevpeyman ji binkeya serbazî ya K1 vedikişin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Hevpman amadekariyên xwe temam kirine bo ku ji binkeya serbazî ya K1 a li Kerkûkê vekişin.

Serbazgeha K1 dikeve bakur rojavayê Kerkûkê û yek ji wan sê serbazgehên hevpeymanan e ku rastî êrişên grûpên nêzikî Îranê hatibû. Niha hemû amadekarî temam bûne û serbaz çaverêyî fermana vekişînê ne.

Sedema vekişîna hevpeymanan ji Kerkûkê heman ew sedema vekişîna hêzên ji Geyare û Qaîm e ku ew jî bi dawîhatina DAIŞê ye. Lêbelê di daxuyaniya vekişîna ji Geyarê, amaje bi wê hatibû kirin ku di dema çêbûna metirsiya wan rêxistinan de, amade ne vegerin bo hevkariya hêzên şerkerên li dijî DAIŞê.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê Myles Caggins, ji Rûdawê re ragihand, “Hevpeyman sala 2014an bo yek armancê hatin vê derê, çendîn welatan bo wê armancê hev girtin, ew jî têkşikandina DAIŞê bû” û diyar kiribû ku ew ji bo bi temamî jinavbirina DAIŞê mane û ti sedemek din li pişt mayîna wan nîne.

Vekişîna hêzên hevpeyman ji serbazgeha K1 bo Kerkûk û navçeyên veqetandî metirsî dirûst dike. Gundên Kakeyiyan rewşa wan ciyawaztir e ji wê ku hevpeyman û hêzên Iraqî behs dikin.

Recep Kakeyî, xelkê Elî Sera ye û gundê wî bi dirêjiya şerê li dijî DAIŞê hevsînor bû li gel çekdarên wê rêixstinê. Pêşmerge bi piştevaniya Hevpeymanan rê neda DAIŞ gundên Kakeyiyan û Daqûqê kontrol bike. Lêbelê niha xema wan bi vekişîna hêzên hevpeyman, dûbarebûna senaryoya 2014an e ku artêşa Iraqê ew navçe bo DAIŞê bicî hiştibû.

Receb Kakeyî ku çalakvanekî medenî ye, dibêje, sînor di aliyê Hemrîn de vekirî ye û bi dirêjiya Hemrîn jî nehatiye paqijkirin û teqez dike, “Hêzên emnî yên Iraqê tenê rêyan diparêzin. Bi rastî vekişîna hêzên hevpeyman em nîgeran kirin.”

Pêşmerge bi fermî agahdarê vekişîna Hêzên Hevpeyman nîne û dibêje, eger bi rêkevtina Hewlêr û Bexdayê, Pêşmerge venegere navçeyên veqetandî, vekişîna Hevpeymanan dê karîgeriyeke xerab û metirsîdar li ser Kerkûkê hebe.

Nurî Heme Elî, Berpirsê Mîhwera Rojavayê Kerkûkê, amaje bi wê dike, “Bêguman vekişîna ji binkeya serbazî ya K1 dê karîgeriyeke xerab li ser navçeyê pêk bîne. Pêwîst e Iraq li gel Hêza Pêşmerge û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, zû bê ser xetê ku bikarin valahiya çê dibe tijî bikin.”

300 serbazên Hêzên Hevpeyman li Qaîm û 800 serbaz jî ji binkeya Geyarê vekişiyane. Beşek ji wan serbazan bo binkeya Eyn Esed hatine kirin li Enbarê û beşek jî bo Hewlêrê hatine şandin.

Heta niha bi fermî nehatiye aşkerekirin lêbelê li gor zanyariyan, beşek ji serbazên li binkeya K1ê dê bo Silêmaniyê bê şandin.