LIBNAN - 3 welatiyên Tirkiyeyê di êrişa Îsraîlê de hatin kuştin

29-01-2025
RÛDAW
Nîşan Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Îsraîl Libnan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ragihand ku 3 welatiyên wan di êrişa Îsraîlê de mirine.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ragihand ku li Libnanê 3 welatiyên Tirkiyeyê yên ku demek e ti agahî ji wan nebûn di êrişeke hewayî ya artêşa Îsraîlê de hatine kuştin.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê di daxuyaniyekê de ragihand ku 3 welatiyên Tirkiyeyê yên ku hewl dida ji Libnanê bi qaçaxî derbasî Îsraîlê bibin, 18 roj in ti agahî ji wan nedihat wergirtin, di êrişeke asmanî ya artêşa Îsraîlê de hatine kuştin.

“Em şermezar dikin”

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe de got:

“Hat zanîn ku 3 welatiyên me yên ku hewl dida bi rêyên qaçax di ser Libnanê re derbasî Îsraîlê bibin û pêwendî li gel wan qut bûbû, di encama êrişeke asmanî ya artêşa Îsraîlê de canê xwe ji dest daye.

Em vê êrişa nehiqûqî ku bûye sedema mirina welatiyên me bi awayê herî bi hêz şermezar dikin.”

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê sersaxî ji malbatên her sê kesan xwest û ragihand ku kar û barên birina termên wan a Tirkiyeyê hatine destpêkirin.

Sê welatiyên Tirkiyeyê yên bi navê Sezer Ozdemîr (56), Huseyîn Kaya (54) û  Çinar Alp Baydenk (33) 11ê Kanûna Paşîn a 2025an li Libnanê winda bûbûn û malbatên wan aliyên fermî ji rewşê agahdar kiribûn.

Li gorî zanyariyan her sê welatiyên Tirkiyeyê berê bi navên sexte û bi rêyên qaçax çûne Îsraîlê û di navbera 2-3 salan de li Îsraîlê xebitîne û piştre hatine dersînorkirin.

Her sê welatiyan xwestiye vê carê jî ji bo kar bi qaçaxî derbasî Îsraîlê bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst