Hewlêr (Rûdaw) - Ofîsa Kordînasyona Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) ragihand ku piştî vekirina Korîdora Netzarimê herî kêm 376 hezar Filistînî vegeriyane bakurê Xezeyê.
Ji ber êrişên Îsraîlê her çi qasî wêraniyeke mezin çêbibe jî Filistînî dîsa vedigerin bakurê Xezeyê.
Korîdora Netzarimê roja duşemê hat vekirin, piştî ku vebû xelkê Xezeyê kom bi kom dest bi vegera li herêmên bakur kir.
Li gor daxuyaniya OCHAyê ji 27ê Kanûna Paşîn û vir ve ji 376 hezarî zêdetir Filistîniyên ku ji cih û warên xwe derketibûn, derbasî bakurê Xezeyê bûn.
Îsraîlê li gorî şert û mercên agirbestê ya bi Hemasê re destûr dabû ku Korîdora Netzarimê roja duşemê vebe û rê dabû ku Filistîniyên ji cih û warên xwe bûne derbasî bakurê Xezeyê bibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse