Hûsiyên Yemenê bi firokeyên bê pîlot û mûşekan êrişî Siûdiyê kirin

29-01-2020
RÛDAW
Nîşan Aramco Erebistana Siûdî Hûsî Yemen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hûsiyên Yemenê ragihand, wan êrişek bo ser kompaniya petrolê ya Siûdiyê, Aramcoyê û çend binkeyên serbazî li wî welatî, encam dane.

Li gor daxuyaniya grûpa ‘Ensarullah’ a Hûsiyên Yemenê, hêzên wan êrişên mûşekî birine kompaniya petrolê ya Siûdiyê, Aramcoyê, li navçeya Cazan û herdu firokexaneyên Ebha û Cazan û binkeya serbazî ya Xemis Mişît.

Ew grûpa Hûsiyan dibêje, hemû ew cihên ku hatine armancgirtin di kurahiya xaka Siûdiyê de ne û ziyaneke mezin gihandine wan saziyan ku beşek ji wan bi rêya firokeya bê pîlot û beşek jî bi rêya arastekirina mûşekan hatine armancgirtin.

Hûsiyê Yemenê diyar dikin, “Êriş û çalakiyên serbazî dê berdewam bin heta rizgarkirina hemû xaka Yemenê û ragihandina serxwebûna wê.”

Heta niha ji kompaniya Aramco ku binirxtirîn kompaniya petrolê ye li cîhanê,  ti daxuyaniyek derbarê wê êrişa mûşekî ya Hûsiyan de nehatiye belav kirin.

Ev di demekê de ye, roja 14ê Îlona 2019an kompaniya Aramco ji aliyê Hûsiyên Yemenê ve, bi 10 firokeyên bê pîlot hatibû armancgirtin û 2 beşên wê yên mezin ji kar ketibûn. Ji ber bombebaranê, berhemanîna petrola Siûdiyê ji sedî 50ê ji kar ketibû.

Kompaniya Aramcoyê di dawiya Cotmehê de careke din dest bi xebata xwe kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst