Erdogan: Nabe Quds bibe ya Îsraîlê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, derbarê ‘Peymana Sedsalê’ de ku Orşelîm-Quds tê de weke paytexta Îsraîlê hatiye destnîşankirin, got, “Quds pîroziya misilmanan e. Plana dayîna Qudsê bo Îsraîlê nayê qebûlkirin.”

Recep Tayyîp Erdogan, plana bi navê ‘Peymana Sedsalê’ ya Donald Trump, Serokê Amerîkayê, nirxand û ew plan red kir.

Serokomarê Tirkiyê amaje bi pîrozbûna Orşelîmê kir bo civika misilman û ragihand, “Dayîna Qudsê bo Îsraîlê nayê qebûlkirin.”

Herwiha Recep Tayyîp Erdogan diyar kir, “Ev plana hatiye aşkerekirin, xizmetê bo aştî û çareseriyê nake.”

Ev gotinên Erdogan di demekê de ne ku Donald Trump, duh li ligel Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû li Koşka Spî konferanseke rojnamevaniyê ya hevbeş saz kir û beşa duyem a plana xwe ya aştiya Rojhilata Navîn aşkere kir ku weke ‘Peymana Sedsalê’ tê binavkirin.

Trump di wê konferansê de got ku plan him ji bo aliyê Îsraîlê û him jî bo Filistînê maddeyên gelekî sûdmend li xwe digire û ragihand ku li gor wê planê, dê Orşelîm weke paytexta yekparçe ya Îsraîlê bê qebûlkirin.

Trump herwiha anî ziman ku ji bo Filistînê jî Dewleteke Serbixwe ku paytexta wê Rojhilatê Orşelîmê pêş dibîne, lê derbarê ka paytext bi teqez dê kuderê be agahî neda.

Li gor plana aşitiyê ya Rojhilata Navîn ji bo pêkanîna merca ku Filistîn bibe dewleteke serbixwe, pêvajoyeke 4 salî lazim e. Trump dibêje bila Filîstîniyên koçber herin nav dewleta xwe ya di pêş de bê avakirin û li Îsraîlê nemînin.

Trump herwiha got ku plana aşitiyê ya Rojhilata Navîn ji bo Filistîneke serbixwe û Filistîniyan "şansê dawîn" e, û çareseriya du dewletî wê tehdîda Fîlîstînê li ser Îsraîlê kêm bike.