Şemxanî: Şerkeran di jêr axa Îsraîlê re bi sedan kîlomtere tunel kolandine

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Encûmena Bilind a Asayişa Niştimaniya Îranê, Elî Şemxanî ragihand, ti sînor û astengek li pêşiya pêşxistina şiyana mûşekî ya Îranê nîne. Şemxanî herwiha got, Hizbullah a Lubnanê û Hemas a Feelstînê di jêr axa Îsraîlê re tunel lê dane, ku Tel Avîv qet haydarî wê yekê nebûye.

 

Elî Şemxanî îro Sêşembiyê di semînareke derbarê şiyana bervaniya esmaniya Îranê de li ser bernameya mûşekî ya welatê xwe û rikeberiya Îran û Îsraîlê axivî.

 

Şemxanî da xuyakirin, ew niha tenê kar li ser wê yekê dikin, ku şiyana li armancdana mûşekên xwe bilindtir û zêdetir bikin.

 

Elî Şemxanî red kir, ku ceribandin û şandina peykê bo esman ji aliyê Îranê ve pêwendî bi ceribandina mûşekên balistîk ên dûrhavêj ve hebe û got, Îran niha kar li ser bilindkirina şiyana û li armancdana mûşekên xwe dike.

 

Bi gotina Şemxanî, Îran dikare şiyana mûşekên xwe yên durhavêj pêş bixe, lê belê vê gavê vê yekê nake.

 

Sekreterê Encûmena Bilind a Asayişa Niştimaniya Îranê, hêzên weke Hizbullah a Lubnanê û Hemas a Felestînê weke şerkerên eniya berxwedanê li Xeze Lubnanê bi nav kir û destnîşan kir, wan hêzan niha mûşekên zîrek hene ku dikarin bi hûrî li armancan bixin.

 

Elî Şemxanî da xuyakirin, hêzên şerker ên li Xeze û Lubnanê (Hemas û Hizbullah) di jêr axa Îsraîlê re bi sedan kîlometer tunel lê dane û tekez kir, ku Tel Avîv haydarî wê yekê nebûye.