URDIN- Rêxistina Selahedînê Eyûbî 54 sal in xizmeta Kurdan dike

13 demjimêr berê
Mistefa Goran
Dîmenê deriyê rêxistinê\ Wêne û vîdeo Rûdaw
Dîmenê deriyê rêxistinê\ Wêne û vîdeo Rûdaw
Nîşan Eman Kurdên Urdunê Selahedînê Eyûbî Urdin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistina Selahedînê Eyûbî rêxistineke xêrxwaziyê ya Kurdan e li Emana paytexta Urdinê.

Rêxistin sala 1970yê ji aliyê Sedî Cuma ve hatiye damezirandin.

Armanca rêxistinê ew e ku alîkariya Kurdên hejar ên Urdinê bike û navê Kurdan li Urdinê bilindir bike.

Ti pêwendiyeke Rêxistina Selahedînê Eyûbî bi hikûmet û rêxistinên Herêma Kurdistanê re nîne û ew dixwazin bi rêya Rûdawê re deriyekî di navbera wan Herêma Kurdistanê de bê vekirin.

Niha Serokê Rêxistina Selahedînê Eyûbî Dr. Hemze Mihemed Kurdî ye.

“Em dixwazin pêwendiyên me bi Herêma Kurdistanê re hebin”

Dr. Hemze Mihemed behsa karên rêxistinê kir û wiha axivî:

"Pêwîst e her sal çalakiyên me yên cûr bi cûr hebin. Wekî Cejna Newrozê û bilindkirina navê Selahedînê Eyûbî û ew karên ku wî kirine.

Demeke dirêj ev rêxistin ne zêde çalak bû lê niha wekî malbatên Kurdan em dixwazin careke din rêxistinê çalaktir bikin.

Ez nû bûm serokê rêxistinê û ti pêwendiyeke me bi dezgehên Herêma Kurdistanê re nîne û em hêvî dikin di pêşerojê de pêwendî û hevahengiya me hebe.”

Li gorî Rêxistina Selahedînê Eyûbîyê nêzîkî 80 hezar Kurd li Urdinê hene.

Endamê Rêxistinê yê bi navê Ebdulhadî Yûsif Kurdî got:

“Fras Faiz Mesûd Kurdî pirtûka Pêşî Urdin, Paşê Haşimî; Dahênerê Şerefmend ê Dîrokê” li ser dewleta Haşimî û rola Kurdan nivîsiye.
Ev pirtûk behsa dewleta Haşimî rola Kurdan a di wê dewletê de dike. Ev pirtûka herî girîng a vê pirtûkxaneyê ye. “

“Em dixwazin ciwanên fêrî Kurdî bikin”

Endamê rêxistinê yê bi navê Rakan Mihemed Hesen jî wiha got:

“Piştgirî û amadûna me ya li vir ji bo wê yekê ye ku em vê rêxistinê bipêş bixin û zimanî Kurdî zindî bikin.

Em dixwazin gelek ciwanên wekî min û ji min biçûktir fêrî zimanê Kurdî bikin.”

 Rêxistina Selahedînê Eyûbî di dema damezirandinê de bi navê “Ronahî” kovareke Kurd’ çap dikir.

Ev 20 sal in li Urdinê ti rojname û kovareke bi zimanê Kurdî dernakeve.

Rêxistina Selahedînê Eyûbî ji 9 endaman pêk tê û girêdayî Wezareta Geşepêdana Civakî ya Urdinê ye.

Endameê rêxistinê yê bi navê Yasir Kurdî diyar kir ku Wezareta Geşepêdanê ya Urdinê gelekî girîngiyê dide rêxistina wan.

Li gorî gotina Yasir Kurdî rêxistina wan di lîsteya 5 rêxistinên herî baş ên Urdinê de cih digire.

Roleke ber bi çav a eşîr û malbatên Kurd di damezirandina Mîrektiya Haşimî ya Urdinê de hebû.

Nêzîkî hezar û 200 sal e bandoreke zêde ya Kurdan di avakirina Urdina berê û nû de heye.

Damezrînerê rêxistina Selahedînê Eyûbî Sedî Cuma demekê serokwezîrtiya Urdinê jî kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst