Îsraîl: Heta ku Erdogan serokkomar be em balyozê xwe naşînin

28-12-2023
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî gotinên Serokkomarê Tirkiyeyê yên derbarê Serokwezîrê Îsraîlê de Îsraîlê biryar da ku Balyozê xwe neşîne Tirkiyeyê.

Berî êrişa 7ê Çiriya Pêşînê ya Hemasê li Îsraîlê û piştî destpêkirina şerê Îsraîl û Hemasê, pêwendiyên Enqere û Tel Evîvê ber bi asayîbûnê ve diçûn.

Piştî ku Îsraîê êrişên xwe li ser Xezeyê dijwar kirin ku heta niha zêdetirî 21 hezar kesî hatine kuştin, Serokkomarê Tirkiyeyê rexneyên xwe li dijî Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu tundtir kirin.

Herî dawî roja çarşemê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan gotibû ku ti ferq di navbera Benjamin Netanyahu û Adolf Hîtler de nîne.

“Erdogan Kurdan qir dike”

Gotinên Erdogan ji aliyê Netanyahu ve bûn sedema karvedanan û wî di bersiva xwe de gotibû:

“Erdogan ê ku Kurdan qir dike û rojnamegerên li dijî rêveberiya xwe dixe girtîgehan û di vê mijarê de rekor li cem wî ye, kesê dawî ye ku dersa exlaqê bide me.”

Karvedanên li hemberî gotinên Erdogan tenê di gotinê de neman û di navbera Enqere û Tel Evîvê de bûn sedema krîzeke nû ya dîplomatîk.

Li gorî nûçeyeke ku di rojnameya Haaretzê de hatiye belavkirin Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Eli Cohen wek gava yekem biryar daye ku Balyozê Îsraîlê êdî neçe Tirkiyeyê û got:

“Heta ku Erdogan Serokkomarê Tirkiyeyê be em balyozên xwe naşînin Tirkiyeyê.”

Berî destpêka şerê Hemas û Îsraîlê, Enqere  û Tel Evîvê proseya asayîkirina pêwendiyan dabû destpêkirin û wek pêngava yekem her du welatan balyozên xwe erkdar kiribûn û hatibû ragihandin ku Erdogan dê serdana Îsraîlê bike.

Erdogan herî dawî Îlonê di civînên Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de piştî salên dûr û dirêj bi Netanyahu re civiyabû.

Gotinên Erdogan û Netanyahu di demekê de ne ku di şerê zêdetirî 2 meh û nîvan ê di navbera grûbên  çekdar ên Xezeyê û Artêşa Îsraîlê de, zêdetirî 21 hezar kesî û li aliyê Îsraîlê jî nêzîkî hezar û 400 kesî hatine kuştin.

Hevdem artêşa Tirkiyeyê jî ji 23yê mehê ve bombebaranên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê dijwar kirine û tenê di wan bombebaranan de 8 kes hatine kuştin û 18 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst