Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê: Tirkiye çekdarên li Sûriyê dişîne Lîbyayê

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê got ku Tirkiyê çekdarên opozisyona Sûriyê vediguhêze bo Lîbyayê.

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Lîwa Ehmed Mismarî got, Tirkiyê çenkdarên tundrew ji Sûriyê dişîne Lîbyayê, hinek ji wan çekdarên cebhet el Nusre ne û hinek jî ji wan çekdarên daişê ne.

Li gor hin çavkaniyan, Tirkiyê 250 çekdarên Sûrî şandine Lîbyayê ji bo ku şerê artêşa Niştimanî bikin, ku Xelîfe Hefter fermandariya wê dike.

Derbarê vê yekê de, Xalid Xiwêl, şêwermendê Encûmena Hozên Lîbya ji rojnameyeke erebî re ragihandiye ku Tirkiyê fermandarên grûpên tundrew li cem xwe dihewîne.